Elif Orhan
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî dengdayîna Ajansa Anadoluyê (AA) ya "Wêneyên Salê" bû û di sê kategoriyan de ji bo wêneyan deng da.
Erdogan ji bo dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku AA li dar dixe li Serokatiya Bajêr a Stenbol a AK Partiyê yek bi yek li wêneyên di kategoriyên "nûçe", "jiyan", û "werzîş" ên ku fotonûçegihanên AAyê li nav welêt û derveyî welêt kişandin nêrî.



Serokomar Erdogan der barê wêneyan de ji Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun agahî sitandin û di kategoriya nûçeyan de ji bo "Ji Mehmetçîk fitara ewil" a ku Ozkan Bîlgîn kêşa, di kategoriya jiyanê de ji bo wêneya "Bapîr Elî û pişîka wî" ya ku Îlhamî Çetîn kêşa û di kategoriya werzîşê de jî ji bo wêneya "Siltanên Karateyê" ya Burak Akbulut deng da.