30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Darizandina Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê Ziya Pîr ya di çarçoveya lêpirsîna terorê da dest pê kir.
Berşik Pîr beşdarî danîşîna li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê nebû, lê parêzerên wî li danîşînê amade bûn.
Parêzerên berşik ji bo parastineke berfireh bêtir mawe xwestin.
Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt, ji bo Pîrê ku li gorî usûlê dawetiye jê ra hatibû teblîxkirin, lê beşdarî danîşînê nebû, biryara bi zorê anînê û qedexeya derketina dervayî welat da û danîşîn taloq kir.
- Ji ber 3 sûcên cuda tê darizandin
Di îdianameyê da ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar", "propagandaya rêxistina terorê" û "tehrîkirina kîn û dijmintiyê" ji Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê Pîr ra ji 9 sal û 6 mehan heya 23 salan cezayê hebsê hatibû xwastin.