16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ADANA
Hat taspîtkirin Eyup Çyê ku nasnavê wî "Xalo Dayi" ye û di çarçoveya lêpirsîna êrîşa terorê ya dijî Walîtiya Edeneyê da di 13ê sibatê da hat girtin, qaşo berpirsê metropolê yê Behra Spî yê rêxistina terorê PKKyê ye ku ji Mêrdînê heya Antalyayê li xwe digire.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, Eyup Çyê ku di çarçoveya lêpirsîna êrîşa terorê ya ku di 24ê Mijdara 2016an da li otoparka walîtiyê rû da û di encamê da 2 sivîl mirin, 33 kes jî birîndar bûn da qedera mehek berê hatibû binçavkirin, li ewkelariyê ji aliyê ekîbên taybet va jêpirsîna wî hat kirin.
Eşkere bû ku terorîst qaşo berpirsê metropolê yê Behra Spî yê rêxistina terorê PKKyê ye ku ji Mêrdînê heya Antalyayê li xwe digire. Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê û Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê di çarçoveya lixwemikurhatina terorîst da li herêma destnîşankirî pêkhateya rêxistina terorê derxistin holê.
Di çarçoveya lixwemikurhatina terorîst da di nava 3 rojan da 80 kesên ku di navê da mixtarek jî heye û tê îdiakirin ku di nava refê pêkhateya Behra Spî ya rêxistina terorê PKKyê da ne, hatin girtin.
- Teqemenî û muhimat hatin qefaltin
Di operasyonan da li herêma Çamliyaylaya Mêrsînê û li navenda Edeneyê da 10 kîlogram C4 teqemenî, bîksî tifinga bimakîne, 4 kalaşnîkof, demanêçe û hezar û 760 fîşengên wê, 33 bombeyên destan, 12 funyeyên agirpêdanê hatin qefaltin.
- Di kameraya texsiyê da jina terorîst
Şaxa Behra Spî ya rêxistinê teqîna Edeneyê plan kiriye, derxistin holê ku vê şaxê teqemeniya êrîşa terorê ya Kayseriyê bîter kiriye. Êrîşa Kayseriyê di 17ê berfanbara 2016an da li dijî leşkerên ku derketibûn îzna sûkê, hatibû kirin.
Hat fêmkirin ku, texsiya ku di otoparqa Walîtiyê da hat teqandin û piştî bûyerê texsiya bombebarkirî ya ku li taxa Sarihamzaliyê şofêrê wê hat kuştin, li taxa Gulbahçesiya navçeya Seyhanê di maleke çêwlikê da hatine amadekirin.
Li gor tesbîtê, jina ku li gor îdiayê wesaîta bombebarkirî di otoparqa walîtiyê da teqand, paşê li texsiyekê siwar bû û ji herêmê dûr ket.
Di kameraya texsiyê da tê kifşê ku jinik dema ku di hundirê texsiyê da ye teqîn çêdibe û terorîst ji ber şideta teqînê xwe xwar dike.
Rayedarên emniyetê li ser dîmenê sekinîn û wisa nirxandin ku terorîst di texsiyê da bi kumandayê bombe teqandiye.
- Êrîşa terorê
Li parka Walîtiya Edeneyê 24ê çiriya paşîn a sala 2016an de êrîşeke bibombe hatibû kirin û di êrîşê de 2 kes mirin 33 kes jî birîndar bûbûn. Êrîş TAKa rêxistina terorê hildabû ser stûye xwe.
Tîmên polêsan piştî vê êrîşa terorê wesayîteke bombebarkirî li taxa Sarihamzaliyê girtibû. Terorîstê wesayît diajot hatibû hişyarkirin û paşê terorîst ji aliyê polêsan va hatibû derdestkirin. Bombeyên ku di lêgerîna wesayîtê de hatibûn bidesxistin hatibûn îmhekirin.
Der barê bûyerê temîrkerê wesayîtan M.E.Vê ku 30 salî bû bi îdiaya organîzyona terorê kiriye hatibû girtin. Gumanbar M.E.V di îfadeyên xwe yên li serdozgeriyê û emniyetê de gelek tişt îtiraf kiribûn.