25 Adar 2017•Rojanekirin: 26 Adar 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di operasyonên navbera 16-24ê de adarê li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Bîngol, Hekarî û bakurê Iraqê 26 terorîst berteref kirin.
Serokatiya Sererkaniyê der barê têkoşîna ku li hundir û derveyî welêt dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz tê birêvebirin da agahiya heftane da.
Operasyonên bi armanca endamên rêxistinê ji Şirnex, Hekarî, Sêrt, Diyarbekir, Bîngol û Mêrdîna ku ji bo starbûna wan gelek girîng in bên derxistin û rê li ber amadehiyên wan ên bihar û havînê bigirin, tên kirin didomin.
Di vê çarçoveyê da li Hanî, Lice û Pasûra navçeyên Diyarbekirê, Nisêbîna navçeya Mêrdînê, Beytşebaba navçeya Şirnexê û navenda wê, Gênca navçeya Bîngolê û Çukurcaya navçeya Hekariyê operasyonên mezin û navîn hatin kirin û yek jê ji qadroya sereke (lîsteya gewr) 17 terorîst hatin berterefkirin, gelek çek, cebilxane, amûrên teqemeniyê û hişbir hatin bidestxistin.
Ji hêla din va duh di hereketa hewayî ya balafirên şer ên TSKê birin ser herêma Zap a li bakurê Iraqê dikeve da jî li gor tespîtên ewil 3 terorîst hatin berterefkirin.
Li herêma baregeha Gerkîtepeya ser Çukurcaya navçeya Hekariyê jî di 22yê adarê da êrîşa terorî hatibû kirin du esker şehît ketibûn li ser vê hêzên ewlehiyê herêma gule lê hat reşandin dan ber topan û hat tespîtkirin ku li wê derê 6 terorîst berteref bûne.