15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
ANKARA
Di Herekata Mertalê Feratê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkan li bakurê Sûriyeyê dikin da di operasyona ji hewayê da 20 terorîstên DEAŞî hatin berterefkirin
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkan da hat diyarkirin ku hereketa ku di 24ê tebaxê da li dijî hemû rêxistinên terorê bi taybetî DEAŞê ya ji bo zêdekirina ewlehiya sînor û alîkarî dayîna hêzên koalisyonê dewam dike.
Di roja 11an a herkatê da 51 hedefên DEAŞê hatin bombekirin. Teyareyên Fermandariya Hêzên Hewayê 8 hedefên ku ji depoya sîlahan, baregeh, avahiya rêvabirinê û kozikan pêk tên ên li El Bab û Suflaniyahê hatin îmhekirin, 20 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Di lêgerînên li herêmên ku ji destê DEAŞê hatine xilaskirin da 5 rokêt li dewsa wan hatin îmhekirin.