Abdullah Tel
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di nav baskê CHPyiyên muxalif da ku piştgiriyê didin Muharrem Înceyê di 24ê hezîranê da wek namzedê serokomariyê hatibû nîşandan ji bo kongreya deresayî hewl tê dayîn.
Partiya Komara Gel (CHP) di hilbijartina 24ê hezîranê da Înce wek namzedê serokomariyê nîşan dabû û piştî encamên hilbijartinê qismekî muxalif ên di nav CHPê da ji bo Înce bibe Serokê Giştî yê CHPê hewl dan û ji bo kongreya deresayî hewl didin.
Muharrem Înce ji bo Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu "serokatiya birûmet" pêşniyaz kiribû û gotibû: "Ez îmzeyan berhev nakim lê heke bibêje 'na' wê demê rêxistin wê vê meseleyê di nav xwe da hel bike." Li ser vê gotinê di nav partiyê da ji bo kongreya deresayî bê kirin deng bilind dibin.
Digel daxuyaniya navenda giştî ku gotin "di rojeva me da kongreya deresayî tuneye" muxalefeta di nav partiyê da ji bo kongreyê dest bi xebatê kirin dixwazin ku nêzî 634 îmzeyên ji bo bo kongreyê hewce dike berhev bikin.
Bi tevahî hezar û 266 gelegeyên CHPyê hene û eniya muxalefetê ev demeke ku her yekî ji wan ji nêz va dişopîne û bo piştevaniya kongreyê ji wan "teahûdname" distîne.
Heta niha delegeyên bajarên wek Îzmir, Diyarbekir, Sakarya, Kayserî, Kilîs, Batman û Afyonkarahîsarê jî daxuyanî dan û xwestin ku kongreya deresayî bê kirin.
Tê payîn ku di pêvajoya pêş da wê asta "îmzeyên bi pesendkirina noterê" bikeve rewacê lê li gor rêveberiya partiyê berhevkirina îmzeyên hewce dikin zor xuya dike.
Eniya muxalefetê ji bo bikaribin dest bi kar û xebatê bikin li benda talîmata Înce ne.
Ekîba nêzî Înce jî dibêje ku piraniya delegeyan ji bo kongreya deresayî piştevaniyê dide, ji ber vê jî îmzeyên ku hewce dikin wê di demeke kurt da bên berhevkirin.
Lê rêveberiya partiyê wek ekîba nêzî Înce nafikire û dibêje ku berhevkirina wan îmzeyên ji bo kongreya deresayî hewce dikin gelek zehmet e û di heyameke ji hilbijartinên herêmî ra demeke kurt maye da nîqaşên wiha jî beredayî dibîne.
Wê dayîna peyama "guherînê" bidomîne
Muharrem Înce ji bo ku bajarên lê mitîng kir jî di nav da biçe 81 bajarî amadehiyan dike.
Di vê çarçoveyê da Înce ewilî çû Erziromê û li wir di civîna ku ji hêla Serokatiya Bajar a CHPê va li eywaneke dawetê hat lidarxistin da bi partiyiyan ra civiya.
Înce di serdana xwe da peyama "guherîn"ê da rêxistina CHPê û got ku li gor rê û rêbazekê wê van serdanên xwe yên ber bi bajaran va bidomîne.