12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya herekata têkoşîna dijî terorê da di nav hefteya dawîn da 38 terorîst berteref kir.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê 5-12ê Cotmehê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê li Şirnex, Sêrt, Diyarbekir, Agirî, Mêrdîn, Wan û bakurê Iraqê operasyon hatin kirin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 11 li nav welêt û 27 li dervayî welêt bi tevahî 38 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan di operasyonan da eskerek şehîd ket û 2 esker jî birîndar bûn.
Wek mayîn hat ragihandin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha Artêşa Tirkiyeyê 4585 terorîst berteref kir.