26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Di operasyona Mertalê Feratê da li bakurê Sûriyeyê di êrîşa li dijî Hêzên Çekdar a Tirkan da leşkerek şehît bû û 3 leşker jî birîndar bûn.
Di operasyona ku li dijî DEAŞê hat kirin da li bakurê Sûriyeyê li dijî leşkeran êrîş hat kirin û di êrîşê da leşkerek şehît bû û 3 leşker jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku leşkerê şehît bû û yên birîndar ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê anîn Tirkiyeyê. 2 leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê û cinazeyê leşkerê şehît û leşkerê birîndar bi firokeya leşkerî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şahînbeyê ya Zanîngeha Gazîentabê.