12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk di roja 173yemîn a Operasyona Mertalê Feratê ku li bakurê Sûriyeyê dijî hedefên terorê tê kirin da 207 hedefên DEAŞa rêxistina terorê ji hewa û erdê va hatin lêxistin û 42 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û DEAŞ di serî da berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 173yemîn a operasyonê da Fermandariya Hêzên Bejahiyê li 174 hedefên DAEŞê da. Fermandariya Hêzên Asîmanî jî 33 hedef îmha kirin. Di gulebarandinan da 42 terorîstên DEAŞî jî hatin kuştin.