Nihat Kavşut
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir di qezaya trêna bilez da 9 welatî mirin, 34 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û rewşa 2 kesan jî giran e.
Koca li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturk ya Enqereyê ya Zanîngeha Yildirim Beyazit çû serdana hin kesên ku di qezaya trêna bilez da birîndar bûn.
Wezîrê Tenduristiyê Koca piştî serdanê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir di qezaya trêna bilez da 9 welatî mirin, 34 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û rewşa 2 kesan jî giran e.
Koca destnîşan kir ku li ciyê qezaya trêna bilez birîndar nemane.
-Ji ber qezaya trênê ya li Enqereyê bi sedema ku qisûra wan heye 3 personelên TCDDyê hatin binçavkirin.
Ji ber qezaya trênê ya li Enqereyê bi sedema ku qisûra wan heye 3 personelên TCDDyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan ji ber qezaya ku li Yenîmahalleya navçeya Enqereyê trêna bilez ya sefera Enqere-Konyayê dikir li rawestgeha Marşandizê bi trêna kontrola rê dikir ra li hev qelibî bi sedema ku qisûra wan heye 3 personelên TCDDyê memûrê hereketê S.Y, xebatkarê meqesê O.Y. û kontrolur E.E.E. hatin binçavkirin.
Gumanbarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehiya Yenîmahalleyê.