10 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Hat ragihandin ku di êrîşa li Artukluya navçeya Mêrdînê ya dijî Qereqola Cendirmeya Cevizlikê da, terorîstên PKKyî wesayita Şaredariya Mazîdaxê bi kar anîne.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Qaymeqamiya Artukluyê hat bibîrxistin ku êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeya Cevizlikê ya ku bi wesayîta bombebarkirî û çekên lûledirêj hatibû lidarxistin, 2 leşker tê da şehîd ketibûn.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku wesayîta bi plaqeya 47 AS 012 ya ku di teqînan da hatibû bikaranîn ya Şaredariya Mazîdaxê bûye û herwiha terorîst bi wesayita bi plaqeya 35 END 98 ku ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê bû û wesayiteke din bi plaqeya 21 FN 913 ji cihê bûyerê reviyane. Nuha jî ew wesayît ji bo teftîşê hatine desteserkirin û 11 kesê peywendîdar bi vê bûyerê ra ku 3 ji wan karkerê Şaredariya Mezin a Mêrdînê ne, hatine binçavkirin.