Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Hat tespîtkirin Dr. Bahattîn Ahmet Yalçinê li Beşa Acil a Zarokan ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê wezifeyê dike û ji hêla eqrebayê nexweşekî va rastî êrîşê hatibû ji bo ku hevalê xwe biparêze rastî êrîşê hatiye.
Dr. Yalçinê ku duh şev ji ber ku bi kevir va serê wî xistibûn birîndar bûbû û hatibû emaliyatkirin îro ji beşa nexweşiyan giran derket û ew anîn serwîsa normal.
Yalçin ji nûçegihanê AAyê ra behsa bûyerê kir û got ew ji mirinê filitiye.
Yalçin got ew û hevalê wî yê ku di beşa acil a zarokan de doxtor e dema ku li derva diaxivîn eqrebayê nexweşekî hatiye gotinên nebaş ji hevalê wî ra gotiye, wî jî hişyarî daye ku ew wisa neaxive, li ser vê wî kesî êrîş kiriye.
- "Di erebeyê da çek hebûye"
Yalçin got nûçeyên di çapemeniyê da dibêjin zarok nehatiye muayenekirin li ser vê malbat hêrs bûye û êrîşî doxtor kiriye ne rast in û wiha dewam kir: "Tu xebatkarekî tenduristiyê êrîşê heq nake. Lewra yê li hember doxtor e, xebatkarê tenduristiyê ye, hewl dide zarokê tedawî bike. Zaroka we narevîne, nakuje an jî zirarê nadê. Min zarok muayene nekir. Diya nexweşê min nas nake. Bavê nexweşê çend caran hevalê me yê doxtor tehdîd kir. Min bi tenê xwest ez hevalê xwe biparêzim. Ji bilî vê tu eleqeya min bi bûyerê ra tune. Ez di beşa acil a zarokan de ne nobedar bûm, ez di beşa zarokên nû dibin da nobedar bûm. Bi tenê ji bo ku hevalê xwe biparêzim li wir bûm."
Yalçin got eqrebayê nexweş kulmek avêtiye wî û paşê bi kevirekî va li serê wî xistiye û wiha dewam kir: "Min hewl da ku ez xwe biparêzim, cara duyem li min xist. Cara sisêyan yên li der û dorê nehîştin. Ew çû erebeyê tiştekî geriya. Ez hîn bûm ku di erebeyê da çek hebûye. Heke bidîta dibe ku gelek kesan zirar bidîta. Ez sipasiya xebatkarên nexweşxaneyê û hevalên xwe yên doxtor dikim."
Doç. Dr. Hamza Karabagê Serokê Makezanista Cerahiya Mêjî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê jî got ji ber vê êrîşê rîska jiyanê ya Dr. Bahattîn Ahmet Yalçin heye.
Karabag got di aliyê pêşî yê hestiyê serê Yalçin da birîneke 10 santêmî, aliyê paşiyê jî birîneke 13 santêmî heye û wiha axivî: "Dibe ku xwîn bifiriya mêjiyê wî, rîskek wisa hebû me jî emeliyat kir. Şikir emeliyat baş derbas bû, rewşa wî niha baş e, wê di demek kin de taburcî bibe."
Serhekîmê nexweşxaneyê Doç. Dr. Mehmet Akîf Altay jî çû ziyareta Yalçin û got Xwedê şifayê bide.
Dr. Bahattîn Ahmet Yalçinê li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê wezifeyê dike duh şev ji hêla eqrebayê nexweşekî va rastî êrîşê hatibû û ji serê xwe birîndar bûbû.
Piştî êrîşê A.K.yê êrîşî Yalçin kiribû hatibû girtin.