23 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
BURSA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Komar dewleta me ya ewil nîne, dewleta me ya dawîn e. Me bi dilkirî jî sînorên vê dewletê qebûl nekiriye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Demokrasiyê ya 15ê Temûzê di merasima vekirina komî de xitabî gel kir.
Erdogan got "Welatê me çiqas xweşik be gelê me çiqas esîl be mixabin ku dijminên me jî ew qas qelaş in. Mixabin ku êrîş her dem ji derve nayê, carna îxanetên mezin ji hûndir jî derdikevin."
Serokomar Erdogan li ser gotinên welatiyan ên wekî "darvekirin"ê nirxandina "Ez di vê mijarê de wekî gelê xwe difikirim. Dema ku ev biryar ji parlementoya me derbas bû û hat ba min ez ê tesdîq bikim. Ji ber ku dewlet dikare sûcên ku hemberî wê hatiye kirin efû bike ev mimkûn e lê em wek dewlet nikarin ku sûcên ku dijî mirovan hatine kirin efû bikin."
- "Em ji ku hatin 780 hezar kîlometrokareyê"
Serokomar Erdogan bangî ciwanên di qadê de kir û pirsa "Ma hûn dizanin em ji ku hatin 780 kîlometrokareyê?"
Serokomar Erdogan got ku bi qasî 20 milyon kîlometrokareyê hatin vir û wiha axivî:
"Lê binêrin em ji ku hatine li ku? Va vir ev der cihê ku em 8-9 sal berê tê de asê mane lê bi îlankirina komarê re dema ku em biçin 8-9 sal beriya wê rewş li holê ye. Em dîsa ji ku hati li ku. Ez gelek begitiyên tirkan ên ku dîsa di heman demê de li cihên muxtelîf serdest bûne yên di asta dewletê de najimêrim jî. Komar dewleta me ya ewil nîne, dewleta me ya dawîn e. Me bi dilkirî jî sînorên vê dewletê qebûl nekiriye. Ez wê jî bibêjim. Bila neyê jibîrkirin ku axên ku qismeke girîng ên kadroya ku komar damezirand lê hat dinê û mezin bû jî li derveyî sînorên dewleta me ya nû mane. Hûn fehm dikin ku ez qesda çi dikim ne wisa? Dibe ku wê heyamê ji ber şerên ku em demek dirêj di nav de mane, ji ber mirinan ji bo ku hinek bêhna xwe bidin û xwe bidin ber hev wê heyamê gotibin 'temam'. Xeletiya esil ew e ku bibin teslîmê vê fedakariya ku di nav şert û mercên binîqaş ên wê heyamê hatiye kirin û jiyana dewlet û civakê li gor vê ava bikin.
Va ye em vê yekê qebûl nakin. Tişteke wiha tune. Em dibêjin ku êdî dev ji vê nêrîna xelet a dîrok û şaristaniyê berdin. Dîroka dewleta me dîroka 16 dewletên ku di forsa serokomariyê de tên temsîlkirin e. Her yek ji stêrên wir dewletekî temsîl dike."
- "Mafê min tune ku ez bi xwe tu îxanetên ser gel û welatê xwe efî bikim"
Serokomar Erdogan da zanîn ku Bûrsa yek ji wan bajaran e ku dijî teşebûsa derbeyê ya FETOyê berteka herî biryardar nîşan da û wiha axivî: "Berteka herî tund a dijî derbekaran ji aliyê birêvebirên eskerî û mulkî yên li Bûrsayê ve hat nîşandan. Lîsteya peywirê ya ku di berika albayekî nûnerê Bûrsayê yê derbekaran de hat dîtin bû belgeya bingehîn a operasyona ku wê şevê dozger û dadgeran dijî FETO dan destpêkirin."
Erdogan bi bîr xist ku di dema teşebûsa derbeyê ya FETO de ji derbekaran 39 kes mirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"241 şehîdên min û 2 hezar û 194 xaziyên min hene. Niha hin kes dibêjin ku 'Zilmê li van dikin.' Zilma çi, her tişt bi edaletê tê kirin. Heke xeletî û xeta hebin jixwe dewleta me her dem amade ye ku van rast bike. Ew hesaba ku didin edaletê dê têrî neke. Hemû emrê vê çeteya îxanetê dê bi hesabdayîna gel re derbas bibe.
Ez bi awayekî eşkere diaxivim, ez dikarim her cure êrîş û îxanetên ser şexsê xwe, her cure heqaretê efû bikim lê ez bi xwe tu îxanetên ser welat û gelê xwe efû nakim, ji nedîtinê nayêm, mafê min tune ku ez veşêrim ji ber ku FETO îxanetê gel, welêt û pîrozbahiyên me kiriye."
- "Vîrûsa îxanetê wkî jehra ku ketiye nav beden e"
Serokomar Erdogan diyar kir ku têkoşîna dijî FETO deynê ser milê wan e û wiha axivî: "Dibe hin kesan şeva 15ê temûzê çek negirtibin destê xwe lê hêza wan hemû kesên ku çek girtin destê xwe ji ku dihat, ji wan. Kî dizane ku dê ev jî siberoj çekan negirin destên xwe. Virusa îxanetê wekî jehra ku dikeve nav bedenê ye. Li cihekî namîne, tesîrê her aza û hucreyê dike û di dawiyê de wûcudê teslîm digire. Wekî vîrusa pençeşêrê. Niha divê em li ser vê wûcudê metastaz bikin û ji wana paqij bikin."
Erdogan qal kir mirov dikare ku kesên ku heta bûyera 17-25ê kanûna pêşîn rûyê rastîn ê FETO nedîtin fehm bike û wiha axivî:
"Lê belê ew kesên ku piştî 17-25ê kanûna pêşîn di nav rêxistinê de man zanîne ka çi dikin, çima dikin û bedêla vê yekê dane ber çav û ev tercîh kirine. Çiqas mensûbeke rêxistinê yê ku digel 15ê temûzê ji dil poşman nebûne, tiştên ku dizanin qise nekirine hebin bi tu awayî mesûm nînin. Ey ew kesên li Tirkiyeyê yên ku mensûbên rêxistina FETOyê ne an jî têkiliya wan bi wan re heye, heke hûn neyên û ew tiştên ku hûn dizanin qise nekin, li qûsurê nenêrin em we li ku bibînin em ê we jî hildin û bixin nav wan girtîgehan."