Elif Orhan
12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
İSTANBUL
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê êrîşa terorê ya li Sultanehmedê de got ku "Bi geşedanên dawîn re 10 welatiyên sivîl, kesek jî êrîşkarê xwekujiyê. Niha cesedên 11 kesan... Hewl didin ku nasnameyên wan tespît bikin. 10 û yek zêde em dikarin wiha îfade bikin."
Kurtulmuş bi Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu re hat Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê û wir daxuyaniyek da rojnamevanan.
Kurtulmuş diyar kir ku piştî êrîşê ji bo ku lêkolînan bikin hatin vir û qal kir ku xanimeke bi eslê xwe ji Filîstînê ya perûyî ziyaret kirin.
Kurtulmuş da zanîn ku rewşa birîndarê gelekî baş e, dibe ku di nav rojek-2 rojan de ji nexweşxaneyê derxînin, nexweşekî alman jî di unîteya nexweşiyên giran de ye û birînên wî gelekî xedar in.
Kurtulmuş qal kir hêvî dikin ku birîndar baş bibin û wiha axivî: "Bi geşedanên dawîn re 10 welatiyên sivîl, kesek jî êrîşkarê xwekujiyê. Niha cesedên 11 kesan... Hewl didin ku nasnameyên wan tespît bikin. 10 û yek zêde em dikarin wiha îfade bikin."
Kurtulmuş qal kir ku piştî Hasekiyê dê biçe Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Stanbolê ya Zanîngeha Stanbolê û wiha axivî:
"Dê Efkan Beg biçe Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê, Mehmet Beg jî dê biçe Nexweşxaneya Samatyayê. Li her yek ji wan nexweşxaneyan jî sê birîndarên me hene. Em ê wan ziyaret bikin. Belê rewşeke gelekî giran e. Digel hemû bergiriyên ewlehiyê yên ku hatin girtin, mixabin ku em bi êrîşeke terorê ya gelekî xaîn û tê dîtin ku gelekî jî profesyonel e re rû bi rû ne. Wekî ku min li Enqereyê jî got hemû yekîneyên me bi hev re di nav kordînasyonê de tevdigerin û di demek kurt de nexweş sewqî nexweşxaneyan kirin û karîn ku wan derman bikin. Tespîtên nasnameyên wan û yên şexsan hat kirin. Ez hêvî dikim ku pişt re hemû camîeya navneteweyî di têkoşîna bi terorê re de piştgirî bide Tirkiyeyê."
Ji Kurtulmuş pirsa nasnameya êrîşkar hat pirsîn û li ser vê yekê Kurtulmuş wiha axivî: "Tê fehmkirin ku êrîşkarê xwekujiyê kesekî ji Sûriyeyê yê ku di sala 1988an de hatiye dinê ye û li gor tespîtên ewil tê fehmkirin ku têkiliya wî bi DAEŞê re heye. Em ji ser vê nikarin bêtir agahî bidin ji ber ku niha xebatên hewcedar tên kirin. Ez car din dibêjim. Înşeallah dê hemû rastiyên paşxaneyê derxînin holê. Rastiya bûyerê ji hemû aliyan ve derxînin holê. Ez car din bangî gelê me dikim ku em dijî terorê bibin yek."
Arîkarê Serokwezîr Kurtulmuş bangî civaka navneteweyî kir ku dijî camîeya navneteweyî digel hev bisekinin.
Kurtulmuş sersaxî da malbatên kesên ku di êrîşê de mirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em wek gel gelekî xemgîn in û car din vê dibêjin. Piştî ziyareta me ya nexweşxaneyê em dê li Walîtiya Stenbolê li ser hemû yekîneyên eleqedar re der barê tevdîrên ku dê piştî niha li Stenbolê bên girtin, bisekinin. Em hêvî dikin ku em car din bi bûyereke wiha re rû bi rû nemînin. Daxuyaniya me ev qas e. Dê nêz de hemû nasname bên eşkerekirin. Ji ber ku lê binêrin em niha di bin berpirsyariyê de daxuyanî didin. Ango heta nasnameya cesedan ji sedî sed neyê tespîtkirin ne li gor cidiyeta mijarê ye ku wan bi raya giştî re parve bikin. Der barê birîndaran de jî birînên kesekî xedar in, birîndarek jî vir e. Ji birîndarên din jî mesela pêşî 15 birîndar bûn. Ji vana 3 kes ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Înşeallah xanimefendiya ciwan a perûyî ya vir dê di nav rojek -2 rojan de ji nexweşxaneyê bê derxistin. Rewşa wanê din jî baş e. Yek jî li nexweşxaneyê mir."
Rojnamevanekî pirsa "Gelo tu êrîşkarên xwekujiyê yên din hene?" pirsî. Kurtulmuş li ser vê ev bersiv da: "Her dem îxbarên wiha tên. Hûn dizanin di rojên borî de li Enqereyê operasyon tên kirin. Di van operasyonan de ev îstixbarat hatin nirxandin û bi rastî jî êrîşkarên xwekujiyê bi hemû mekanîzmayên xwe beriya ku yek ji wan tiştek bike hatin girtin. Her dem îxbar tên. Li ser van hemû îxbaran disekinin."
Rojnamevanekî pirsa "Gelo zeafiyeta ewlehî yan jî îstixbaratê heye an na?" kir. Kurtulmuş li ser vê wiha axivî: "Nexêr tu zeafiyet tune. Li wê qadê jî tiştên hewcedar hatine kirin. Heta hêzên ewlehiyê, tîmên aramiyê jî wê qadê di nav 5-10 saniyeyan de hin mirov dane sekinandin û jêpirsîna wan kirine."
Arîkarê Serokwezîr Kurtulmuş piştî daxuyaniyê bi Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn re birîndarên ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Stanbolê ya Zanîngeha Stenbolê tên dermankirin ziyaret kir û ji Prof. Dr Bahauddîn Çolakoglu û Prof. Dr. Şukru Ozturkê der barê rewşa birîndaran de agahî hildan.