Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew daxuyaniya Rêveberiya Amerîkayê ya ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas dike şermezar dikin.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê cih da van îfadeyan:
"Em daxuyaniya bêmesûliyet a Rêveberiya Amerîkayê li ser naskirina Qudsê wek paytextê Îsraîlê û barkirina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Evîvê bu Qudsê bi fikar pêşwazî dikin û şermezar dikin. Ev biryar îxlalkirina hiqûqa navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî ye."