23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
NEW YORK
Serokomar Erdogan: "Kîjan rêxistina terorê dibe bila be em destûrê nadin ku korîdora terorê bê avakirin û em ji vê yekê jî qet razî nabin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çûbû New Yorkê beşdarî xwarina galayê ya sêyemîn a Weqfa Turken bû û li vir xeberda.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û destnîşan kir ku rejima Sûriyeyê naxwaze Helebê wenda bike.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir ku Tirkiye û Heleb bira ne û di navbera Gazîentab û Helebê nêzîkahî heye û wiha dewam kir: "Lê derd û mesele çi ye hûn dizanin? Dixwazin Helebê asê bikin û xelkê Helebê bişînin Gazîentabê, plan ev e. Loma jî em ê destûrê nedin vê planê û nehêlin li bakurê Sûriyeyê rêyeke terorê çêbe. Niha em hewl didin ku li rojavayê di navbera Azez û Feratê da nehêlin korîdora terorê çêbe û dixwazin vê derê bikin korîdora aştiyê. Niha qadeke 900 kîlomêtroqereyî ji DAEŞ û PYDya rêxistinên terorê hat paqijkirin û ji bo gelê Sûriyeyê bûye herêmeke ewle. Ber bi El-Babê va operasyon berfireh dibe. Xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê ku li welatê me ne hêdî hêdî vedigerin ciyên ku ji rêxistinên terorê hatine paqijkirin."
Erdogan diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li dijî hemû rêxistinên terorê eynî ye û got ku em fehm nakin ku çima rêvebiriya DYAyê alîkariyê dide PYD û YPGyê û wiha axivî: "Dibêjin YPG û PYD li dijî DAEŞê şer dike. YPG û PYD şer dike El Nusra şer nake? Lê tu El Nusrayê wek rêxistina terorê îlan dikî lê çima wisa be PYD û YPGya ku Tirkiye wan wek teror dibîne tu wek rêxistina terorê îlan nakî. Hêj teze sê roj berê du balafirên tijî çek ji bo PYD û YPGyê çûn. Çûn kê derê, çûn Kobanê. Berê jî dîsa sê balafir tijî çek li Kobanê ji terorîstên PYD û YPGê ra çûn û nivê wan çekan ji DAEŞê ra û nivî jî ji YPG û PYDê ra man. Me bi birêz serok ra ev mesele xeberda lê pê neda fehmkirin. Lê mixabin niha jî heman lîstik tê lîstin. Ji vê tu encam dernakeve. Bi tenê wê xwîn birije."
"Em tu car razîbûnê ji bo avakirina korîdora terorê nîşan nadin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li hemberî rêxistineke terorî bikaranîna rêxistineke terorî ya din rast nîne û ew yek wê bibe sedema gelek êş û pirsgirêkan û wiha dewam kir: "Agahiyên pir cidî hene ku li deverên di bin kontrola PYD û YPGê da nijad tên paqijkirin, dest didin ser mal û milkên xelqê, kesên li hember wan disekinin tên qirkirin. Ev rewş nîşan dide ku ev yek li herêmê wê bibe sedema êş û pirsgirêkên ku tesîra wan bi salan dewam bike. Lê em li ser sînorê xwe yê başûr kîjan rêxistina terorê dibe bila be em destûrê nadin ku korîdora terorê bê avakirin û em ji vê yekê jî qet razî nabin. Him ji bo ewlehiya xwe û him jî ji bo ewlehiya birayên xwe yên tirkmen, erep, kurd û ji kîjan nijadê dibe bila be destûrê nadin ku ewlehiya wan bikeve talûkê û hizûra wan serobin bibe. Di vê mijarê da mixabin em bi dostên xwe yên amerîkayî ra li hev nakin û fikrên me wek hev nînin."
Erdogan got, "Ez nika ji vê derê bang dikim. Heke baweriya me bi demokrasiyê heye, ku demokrasiyê diparêzin, heke baweriya me bi sîstema parlementeriyê heye wê çaxê çima hewl didin ku Sûriyeyê teslîmî rejima otokratîk bikin? Ev meriva (Esed) nîne ku bi sedema mirina 600 hezar însanî? 'Di pêvajoya guherînê dabi wî ra dewam bikin'. Ma qet mantiqeke wiha dibe?"
Erdogan bal kişand ku hin kes xwediyê vê nêrînê ne, rê û rêzikên ku DYA ji her kesî ra telqîn dike dibê ji bo Sûriyeyê jî biparêze.
"Ewê nikaribin ji xwe ra qulekî bibînin ku têkevinê"
Erdogan diyar kir ku di koalisyona dijî DAEŞê da 65 welat hene.
Erdogan destnîşan kir ku hejmara endamên vê rêxistinê derdorê 10 hezarî da ne û wiha axivî: "Hêza vê koalisyonê têrê nake ku ji heqê van 10 hezar endamên DAEŞê derkeve? Ewê nikaribin ji xwe ra qulekî bibînin ku têkevinê. Ya ku hewce dike biryardayîn û gav avêtine bitenê. Me her tim eva got, hê jî dibêjin. Hemûyên wan bidin aliyekê, em û Amerîka hevdu bigrin, biryarê bidin, wek du welatan dikarin vî karî hel bikin."