26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ANKARA
Tufenkciyê Wezîrê Gumruk û Ticaretê got: "Em dixwazin referanduma li HKIyê bê betalkirin"
Bulent Tufenkciyê Wezîrê Gumruk û Ticaretê der barê hevdîtinên bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra hatin kirin da wiha got: "Bi hikûmeta navendî ya Iraqê ra ji bona vekirina deriyê sînor yê duyem fikrek çêbû. Di vê mijarê da di hikûmeta navendî ya Iraqê da xwestek heye. Piştî gavên hewce dikin dibe ku Deriyê Sînor yê Ovakoyê bê vekirin."
Tufenkci: "Bi pergala ku me nû ava kir, her kes dikare bi nimroya T.C.yê bikeve malpera wezareta me yan jî ji ser pergala e-dewletê binihêre ka li ser navê wan şirket hene yan hatine avakirin. Wek mayîn dikarin bibînin ka şirîkê şirketekê ne yan na. Bi vî awayî dikarin demildest midaxele bikin. Ev him rehetiyeke baş e û him jî ewle ye."