18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê bi nûnerên saziyên sivîl re di bernameya fitarê de hat bal hev û diyar kir ku hema bêje Remezan nîvî bû û xwest ku remezan ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aramiyê.
Erdogan di bernameya fitarê de axivî û got ku li benda yekîtî, bihevrebûn û piştevaniyê ne û divê bikarin vê yekê bikin.
"Heke em bibin yek, emê mezin bibin, li ser piyan bisekinin, bibin bira û hemû bi hev re bibin Tirkiye em ê vê karê xilas bikin. Wekî ku demek beriya niha birêz serokwezîr jî got ev belaya xwe li xwendekarên lîseyê jî didin, belayê xwe li cihên din jî didin. Çima? Tu rêyekî wan ê din nemaye. Lê belê me got ku 'em ê bikevin şikeftên wan' em ketin. Em ketin şikeftên rêxistina terorê ya dabeşkar jî, em ketin qulên paralelê jî. Em ê bikevin. Ji ku, ji kî piştgirî bistînin bila bistînin em ê bikevin. Em niha bi wî awayî têkoşîna xwe bi biryardar, berdewam dikin."
"Baş û xiraba terorîstan tune"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye di çaryeka ewil a îsal de di nav welatên Ewropayê de di rêza yekem de cî girt û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"4,8 ev bereketekî nîşan dide, xîretê nîşan dide. Bawerkirin.. Dema ku hûn bawer bikin hûn dikarin ku ji nêriyê jî şîr bidoşin. Ji bo Tirkiyeyê tehdîta rastîn en êrîşên rêxistina terorê ya dabeşker e ne jî tesîrên qeyrana aborî ye ne jî dijminahiya filan û bêvan hêzê ye. ji bo me tehdîta esil ew e ku tirûş û îdraqa me nemîne ku em destê xwe dirêjî mexdûr, mezlûm, xerîb, bêkes û kesên ku rastî neheqiyê hatine bikin. Wa wê çaxê divê em ji bo roja xwe ya îroyîn û dahatûya xwe bikevin nav fikarê.
Kanê hin kes ji bo Tirkiyeyê diketin nav fikaran ya.. Dema ku bûyerên Geziyê û her wekî din diqewimiya digotin ku 'em ji vê rewşa li Tirkiyeyê dikevin fikaran' Min jî ji wan re got ku ez ji ber geşedanên dawîn ên li Fransa, Belçîka û Îngilistanê gelekî bifikar im. Min got ku 'ez bi fikar lê dinêrim û dişopînim.' Aciz bûne. Hûn çima aciz dibin? Nexwe dema ku teror digere tu jî çi dibêjî polêsên xwe 'Çi hewce dike bike'. Ma terorîstên Tirkiyeyê terorîstên baş in, çi ferq heye? Ew jî mirovan dikuje, ev jî mirovan dikuje. Baş û xiraba terorîstan tune. Me ev her dem got û operasyonên ku niha em dikin di têkoşîna dijî terorê de heta ku li welatê me aramî, gumrahî bê wan herêman dê berdewam bike. Em ê bi îzna Xwedê vê karê xilas bikin û bi ser bikevin. Em di vê mijarê de biryardar in. Bi esker, polês û parêzvanên me yên gund re biryardariya me heye. Ev gel bi îzna Xwedê dê rê nede van tiştan."