14 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
VAN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu piştî ku yekîneyên eskerî yên li Wanê ziyaret kir bi Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Walî Îbrahîm Taşyapan û Parlementerê Wanê yê AK Partiyê Burhan Kayaturk re derbasî gundê Yaşkutukê ya girêdayî navçeya Çaldiranê bû.
Soylu malbatên gundparêz Îhsan Taş, Muzaffer Aladag û Mehmet Aladagê ku li herêma Tendurekê di operasyona dijî rêxistina terorê de şehîd ketin ziyaret kir û sersaxî da wan û bi xizmên şehîdan re sohbet kir.
Soylu got "Em di nav hesabekî de ne em vê dizanin. Hedefa ewil a vê hesabê yekîtî û bihevrebûna me ye, em dizanin ku dijî namûsa gel û vê welatê ya ku me li Çanakkaleyê nîşan da hewl didin ku hêza me ya têkoşînê bişkînin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em tu carî ji hev veneqetiyan. Em divê hev bêtir qebûl bikin, ji zimanê hev bêtir fehm bikin, bêtir pişta xwe bidin hev, dewlemend bibin, azad bibin û bigihêjin armancên xwe."
- "Dê nekarin ku me ji hev veqetînin"
Soylu bi bîr xist ku welatiyên ku di êrîşa terorê ya li Wanê hat kirin de birîndar bûn li nexweşxaneyê ziyaret kir û bal kişand ku bijîşkên li nexweşxaneyê peywirdar wekî ku bi dê û bavê xwe re eleqedar bibin bi birîndaran re eleqedar dibin."
Wezîr Suleyman Soylu destnîşan kir ji bo temîn bikin ku nifşên bê li vî welatî di nav aramî û gumrahiyê de bijîn her tiştê dikin û wiha axivî: "Dê nekarin ku me ji hev veqetînin. Zimanê we zimanê me ye. Em hemû bi hev re mukellef in ku nêrîna ku kurdek û tirkek di nav heman bedenê de ne bidin jiyandin."
- "Têkoşîna me dê berdewam bike"
Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Guler jî diyar kir ji bo ku êşa gundparêzên şehîd parve bikin hatin gund û wiha axivî: "Dema ku min 13 sal berê li herêmê peywir dikir me çîrokên qehremaniyê yên vê gundê dibihîstin. Di rojên borî de me carekî din ev yek dît. Vir dema kume digot em 2 birayên xwe xilas bikin, me 8 şehîd dan. Xwezî nebûya lê em ji bo azadiya gelê xwe şehîdan didin. Ji bo ku zarokên me seranserê jiyanê azad bijîn didin. Em ê êşên xwe di dilên xwe de veşêrin lê em ê bi tu awayî menanê nedin vê rêxistina xaîn. têkoşîna me bi hêzên me yên ewlehiyê re dê heta dawî berdewam bike. Em di vê miajrê de ji dil ji we bawer dikin."