Nihat Kavşut
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Osman Aşkin Bak bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Bak ji bona Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020an wiha got: "Ez hêvîdar im em ê ewrên tarî yên li ser xwe belav bikin."
Bak der barê pergala menajertiyê da wiha peyivî: "Li gor min sîstema menejertiyê li Tirkiyeyê baş rûneniştiye, sîstemeke ku rûniştî tune. Pêvajoyeke ku bi hin têkiliyan dimeşe heye. Dibê ev zehf baş bê kontrolkirin."
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Bak der heqê lîstikvanên biyanî da wiha got: "Klûban di çarçoveya biryara berê da ji bo heya 2019an hin kontrat çêkirine. Em nikarin ji wan ra bêjin 'ka wê kontratê betal bikin'. Ji ber hindê ew jî di vê mijarê da xebatê dikin. Em vê yekê ligel klûban gotûbêj dikin. Ez wer difikirim ku bira bi qalîte be û ji bo tîmekê jî reqama wekî 4-5 jî baş e."
Bak ji bo antrenoriyê wiha got: "Daxwaza min ew e ku antrenorekî tirk, Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê bide xebatê. Di vê çarçoveyê da hin xoceyên me berê ev peywir wergirtin. Me bi wan ra jî serkeftin bi dest xistin."
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Bak wiha got: "Pirsgirêkên darayî yên pergalê yên klûbên me hene. Ev vê gavê nayê meşandin. Mecbûr in ku ji bo çavkaniyên xwemalî û pergala binesaziyê veberhênanê bikin."