Ekip
27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina Tunêla Kasimpaşayê da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Hemû dinya dizane ku patronê rêxistina terorê ya li Sûriyeyê Qendîl e, lê vê rastiyê bi tenê mitefîqekî me qebûl nake. Ji bîr nekin ku çawa nikarin berê tavê bigrin, ev rastî jî bi înkarê ji holê ranabin."

Erdogan wiha got: "Ew merheleya welatê me li pişt xwe hişt, em û dostên me kêfxweş kir lê wisa tê fehmkirin ku hin kes zêde fikirîne û ketine nav qisawetê. Ji bo vê yekê jî digel bi binpêkirina hemû nirxên telqînî çar aliyê dinyayê dikin, astengiyên ku îzaha wan bi aqil û însafê nayê terîfkirin, derdixin pêşiya me."

Serokomar Erdogan der barê operasyonên tên kirin da wiha axivî: "Em ji kesê destê dostaniyê dirêjî me bike ra hembêza xwe vedikin. Ji kesê ji me alîkariyê bixwaze ra em nanê xwe dikin du qeta û pêra parve dikin û lê em li rondikên çavên wan kesên qestî îstiqlal û îstiqbala me dikin nanihêrin. Dixwazî bila navê vê rêxistina terorê FETO be, DEAŞ be, PKK be, PYD, YPG be çi dibe bila be bi kîjan navî derdikeve hemberî me bila derkeve ferq nake. Emê bi îzna Xwedê mîna bangeran ji ser wan ra derbas bibin."

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ji aliyê din ê sînorê me va bi roket, çek, bombeyan axa me bi sedan caran hat tacîzkirin û ji ber van êrîşan welatiyên me li mizgeft, mal, kargehên xwe û li kuçeyan mirin, birîndar û bê hizûr bûn. Me yê digel van çi bikira, li benda çi bûn gelo? Ev PYD, YPG, DEAŞ. Yaw ev rêxistinên terorê bê dîn, bê kitêb û bê Xwedê nê. Ev ê şehadeta birayên min ê ku li ser nimêjê bûn, di mizgeftê da nimêj dikirin wê ji kê derê ra çawa îzah bikin?"