13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Me bi Mertalê Feratê ders da DEAŞê û bi operasyona Efrînê dersa ku hewce dike da PYDyê. Bi operasyona Qendîlê jî înşellah em ê PKKya ku hêlîna bihokan e têk bibin."
Soylu bi minasebeta salvegera 179emîn ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan li Avahiya Çandê ya Akademiya Ewlehiya Perav û Cendirmeyan di bernameya hat çêkirin da axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu di xeberdana xwe da bal kişand ser operasyonên dijî terorê tên kirin û wiha got: "Me bi Mertalê Feratê ders da DEAŞê û bi operasyona Efrînê dersa ku hewce dike da PYDyê. Bi operasyona Qendîlê jî înşellah em ê PKKya ku hêlîna bihokan e têk bibin."