19 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
LONDRA
Cîgirê Serokê Emrîkayê Mike Pence daxuaynd ku ew bi awayekî xurt piştgiriya xwe ya NATO û Ewropayê didomînin.
Pence di 53emîn Konferansa Ewlehiyê li Munîha Almanyayê de axivî û wiha got: "Emrîka bi awayekî xurt piştgiriyê dide NATOyê. Ev piştgiriya îttîfaqa Transatlantîk ya DYAyê wê dewam bike. Zehmetiyên we yên me ne. Serkeftinên we yên me ne. Em bi hev re ber bi dahatûyê re dimeşin. Ev soza Serok Trump e ku dibêje 'Emê bi Ewropayê re îro û her roj bi hev re bin'. Lewra em bi heman armancên bilind ve girêdayî hev in ku ew demokrasî, edalet û desthilatiya hiqûqê ye."
Pence bûyerên herêmî nirxand û û wiha axivî: Der barê Ukraynayê de em nikarin Rûsyayê berpirsyar bikin. Divê em bixwazin ku ew şertên Peymana Mînskê bi cih bînin. Em dixwazin bi Rûsyayê ve li ser zemîneke hevpar li hev bikin. Wek hûn jî dizanin Serokê DYAyê Trump bawer dike ku evê pêk bê, lê DYAyê heta wê demê Rûsyayê berpirsyar bibîne."
Der barê bûyerên Rojhilata Navîn de Pence wiha pê de çû: "DYA bi rêvebiriya Serok Trump ve wê tu caran destûrê nede ku Îran bi çekên nukleer ve welatên herêmê yên ku mutefîqên me ne û bi taybetî jî Îsraîlê tehdîd bike."
Pence anî ziman ku rêxistinên terorê yên wek DEAŞ, El Qaîde û Boko Heram jiyana bi milyonan însana tehdîd dike û wiha dewam kir: "Wisa zen dikim ku di nav wan de ya herî xirab DEAŞ e. Li Rojhilata Navîn hovitiyeke ku ji Heyama Navîn vir ve nehatiye dîtin, dike. Wek ku Serokê DYAyê bi eşkere got, Emrîka ji bo ku vî dijminî biperçiqîne wê xebatên xwe bêyî ku aciz bibe, wê bidomîne. Bi taybetî DEAŞê û qaşo xelîfetiyên wê. Emê wan di sergoya dîrokê dîrokê."