21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Farqîna navçeya Diyarbekirê çek û cebilxaneya endamên PKKya rêxistina terorê di mizgeftê da veşartine hat qefaltin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li ser îxbarê hêzên ewlehiyê li gundê Uçbasamak û mezereya Dagarcikê do di saet 19.00an da dijî endamên PKKyê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di operasyonê da 2 keleş, 60 fişek, 2 şarjor, bombeyeke destan, 2 bêtêl, 3 cil û bergên endamên rêxistinê, 2 sîwangeh, kartên rêxistinê û flaşbellekeke endamên rêxistinê di Mizgefta Dagarcikê da veşartibûn hat qefaltin.
Hat destnîşankirin ji ber bûyerê 2 kes hatin binçavkirin û wesaîteke endamên rêxistinê diemilandin hat dîtin.