04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ANKARA
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê got, "Dewletên Ewropayê yên ku deriyên xwe ji PKKê ra vedikin û dixwazin ku terorîstan li dijî Tirkiyeyê bi kar bînin bi tenê nirxên xwe binpê nakin, di heman demê da stratejiyeke ku mehkûmî têkçûyînê ye derdixin holê."
Kalin di nivîsa xwe ya îro ya ku di rojnameya Daîly Sabahê da hat weşandin da got peyama ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 1ê nîsanê da li Diyarbekirê da û tê da hemû gelê kurd wek welatiyên wekhev hembêz kir tê meneyeke ji referanduma 16ê nîsanê wêdatir.
Kalin got di sala 2005an da Serokomar Erdogan Diyarbekir ziyaret kir û ji wê rojê vir da gavên ku di dîroka modern a welêt da nehatibûn avêtin avêt, Erdogan welatiyên kurd wek parçeyekê girîng û wekhev ê miletê tirk dibîne û cudahiyê dixe navbera PKKya rêxistina terorê û kurdan.
Kalin di nivîsa xwe da destnîşan dike ku Serokomar Erdogan hin reform pêk anîn ku rê li ber kurdî vekir ku di çapemenî, kampanyayên hilbijartinê û qadên din ên jiyanê da bê emilandin û herwiha sadoq û Parlemento wekî alternatîfê terora PKKyê pêşkêş kir û wiha got, "Di serdema Serokwezîriya Erdogan da jî li derverên kurdnîşîn bi milyonan dolarî veberhênan hatin kirin û bi vî awayî standarta jiyana mirovan çê û baştir bû."
Kalin destnîşan kir ku Erdogan, kurd wekî welatiyên wekhev hembêz kir û ev yek jî bû perçeyeke girîng a mîrasa siyasî ya Erdogan.
Kalin da bibîrxistin ku Serokomar Erdogan roja şemiyê li Diyarbekirê got, "Em amade ne bi her kesê ku gotineke wan heye, projeyeke wan heye û derdê wan heye ra qise bikin û bi hev ra bimeşin. Ji bo vê jî yek şertê me heye; dê di destê kesî da çek tunebe." û nirxandina xwe wiha domand: "Piştî ku rêxistina terorê PKKyê di 2015an da pêvajoya çareseriyê têk bir û HDPyê jî rola xwe ya u dikaribû wekî aktorekî siyasî bilîsta, badilhewa kir û bi şûnda Serokomarê me jî rasterast berê xwe da rîspî, fîgurên siyasî, welatiyên jirêzê, karsaz, civaka sivîl û yên din, ango rasterast xwe gihand welatiyên me yên kurd."
Kalin destnîşan kir divê kurd li benda merhemeta îdeolojiya marksîst-lênînîst a PKKyê û zilma wê neyê hiştin û wiha got: "YE û DYA PKKyê wek rêxistina terorê terorê qebûl dikin û PKK ne tenê li dijî dewleta Tirkiyeyê êrîşî kurdên îdeolojiya wê qebûl nakin jî dike. HDPyê derfetên şaredariyên di hilbijartina 30yê adarê da qezenc kir ji bo xizmeta rêxistina terorê emiland û bi alîkariya da siyaseta xendekan jî ji hêla siyasî va xwe kuşt. Hewlên wiha him hewlên dereqanûnî ne û him jî zirarê didin meşrûiyeta siyaseta HDPyê. Piraniya kurdan ji PKK û HDPyê dûr ketine û li cem hizûr, aramî, ewlehî û pêşketinê cî digirin."
Îbrahîm Kalin diyar kir Serokomar Erdogan li Diyarbekirê ev peyam dan û wiha got: "Lewra Komara Tirkiyeyê çiqas dewleta tirk, ereb û neteweyên din be ewqas jî ya kurdan e."
Îro hikûmet Sûra ku PKKya rêxistina terorê zirar dayê di serî da, li gelek herêman bi milyon dolaran veberhênanê dike."
Kalin diyar kir, Serokomar Erdogan siyaseta qirêj ya ku PKKya rêxistina terorê dike û HDPya ku dema ser navê PKKê xeber dide weke ku kurdan temsîl dike jî red dike û wiha got: "Di eslê xwe da em dizanin ku HDPê ne di dema pêvajoya çareseriyê da ne jî paşê di ser terora PKKê da neçû û red nekir."
Kalin daxuyand, li ser rûyê dinyayê tu dewlet musemehayê nîşanî rêxistineke siyasî nade ku ew rêxistina siyasî hem ji rêxistineke çekdar ra meşrûiyetê bide qezenckirin û hem jî bi xwe ji derfetên Meclisê sûdê werbigre, heke li Tirkiyeyê hem serî li şidetê bidin û hem statuya siyasî an jî aştiyê bixwazin; ferqa vê û daxwazên IRAya Îrlandaya Bakur, ETAya Spaniyayê an jî FARCa Kolombiyayê namîne.
Kalin destnîşan kir, bi xurtkirina standartên jiyanê û naskirina mafan tenê va kurd ji PKKê xelas nabin û divê ji bo ku ew ji şidet û zilma PKKê werin parastin, gav werin avêtin.
- "Gel ji tedbîrên ewlehiyê memnun e"
Kalin got ku gelê herêmê yên ku taybet li Diyarbekirê, Hekarî, Şirnexê dijîn ji tedbîrên ewlehiyê gelek memnun in û wiha axivî: "Çimkî ev tedbîr li herêmê dibin sedema normalîzebûnê. Îro dewletên ku Ewropayê yên ku arîkariyê didin PKKya rêxistina terorê û dixwazin li dijî Tirkiyeyê bixebitin, sratejiyeke ku teqez têk biçe bi kar tînin. Mixabin heman xetayê DYA jî li Sûriyeyê di meseleya PYD û YPGyê dike. Ya rastî PKK li Sûriyeyê ji bo menfeatên xwe yên herêmî ku dixebite û hemû kes jî vê dizane. Ev arîkariya didin PKKya rêxistina terorê wê her dem zirarê bide îstiqrar û aştiya herêmê."
Kurd ji çapemeniya rojavayê ku tenê girîngiyê didin berdevkên PKKê û HDPê û kurdên li dijî PKKê, nabînin gelek aciz in. Îmaja kurd a Maksîst-Lenînîst ku ji aliyê ajanên ku şerê wekaletê dikin bên bikaranîn red dikin. Li hember kesên piştgiriyê didin rojeva siyasî ya PKKya ku îdia dike nûnerê kurda ye, disekinin."
Kalin got ku li gorî anketan hejmara kurdên ku piştgiriyê didin guhertina makezagonê dê zêde derê û wê dema hikûmetên koalîsyonê yên lawaz bi dawî bikin û quwetê bidin aboriyê. Wê mekanizmeyeke kontrolkirinê yê xurt ava bikin.
Kalin got: " Serokomar Erdogan kurdan weke welatiyên wekhev yê komara me dibîne û ji 2003an vir ve di polîtîkaya xwe de jî nîşan dide. Ev peyamê di 16ê nîsanê û piştî 16 nîsanê de jî girîngiya xwe biparêze."