06 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser Pireya Yavuz Sultan Selîma ku biryar e 26ê tebaxê bê vekirin, axivî.
Serokwezîr Yildirim: "(Pireya Yavuz Sultan Selîm) Em ê di 26ê tebaxê de hemû bi hev re di vekirina vê berhema bêhempa de bin. Ev berhem dahatûya Tirkiyeyê nîşan didin, ev berhem nîşan didin ku Tirkiye bi biryardarî hedefên 2023yan berdewam dike. Her çiqas FETOya rêxistina terorê, FETOya rêxistina terorê ya dabeşker hewl bide ku zirarê bide welatê me jî bi vîna saxlem a gelê me bi îzna Xwedê em ji ser van re jî hatin, em ê ji niha pê ve jî bên û berhemên ku li gel û welatê me tê çêkin."

Serokwezîr Yildirim: "Aboriya me li ser piyan e. Derbeyê tenê tesîreke wiha li aboriya me kir; dema ku bi Rûsyayê re qeyrana balafirê hebû di nîşaneyên aborî de çi qas guherîn çêbibe piştî vê teşebûsa derbeyê ya xayin jî ew qas guherîn çêbû. Lewra jî aboriya Tirkiyeyê, pergala bankavaniyê, ev xayintiyeke gelekî mezin e, ev bûyereke gelekî mezin e lê qet guh nedayê jî tiqir tiqir hemû pergal xebitî."
Serokwezîr Yildirim: "Welatiyan roja ewil a mesaiyê ya piştî derbeyê 2,6 milyarî dolar hûr kir û li bankeyan razandin. Heta îro jî 11 milyar dolar, ango tu ji ku lê binêrî ji 30 milyar lîreyî zêdetir pere anîne bankeyan û razandin. Bi hûrkirina dowîzan ... Welatiyan tenê pêşiya wê teşebûsa derbeyê ya xayin negirt, ji bo ku aboriya Tirkiyeyê jî di bin tesîra wê derbeyê de nemîne her cure piştgirî da. Milletekî wiha li ser rûyê erdê tune. Piştî ku min ev tiştên ku qewimîn dîtin ez carekî din serbilind bûm ku ferdekî gelê tirk ê ezîz im."

Serokwezîr Yildirim: "Ew kesên ku bi wan rêxistinên terorê re danûsitandin kiribin, piştgirî dabin wan, bi wan re hatibin bal hev û bûne şirîkê sûcên wan kî ne em wan dizanin. Em yek bi yek dizanin. Jimara wan zêde nîne. Ji ber wê jî hewce nake ew kesên ku bi namûsa xwe karê xwe dikin, karsazên me yên ku tevlî van karên tevlihevî nebûne, esnafên me, bazirganên me bikevin nav fikaran. Em bi mensûbên FETOya rêxistina terorê yên ku canê me êşandin, hewl dan ku vê derbeya xayin a ku 239 şehîdên me hene û 2 hezar û 196 xaziyên me hene li vî welatî bikin re eleqedar dibin. Hewce nake ku welatiyên me yên ji bilî wan bikevin nav fikaran."
Serokwezîr Yildirim: "Hewce nake ku ew kesên ku karê xwe baş dikin, bi namûsa xwe kar û barê xwe dikin, tevî rêxistina terorê nebûne lê hesbelqeder mal daye wan, bi wan re kar kiriye bitirsin. Der barê van de dê tu tetbîqatên me çênebin. Di destê me de lîste heye. Nûnerên di alema kar de yên vê rêxistinê yên ku şaxa wan ê darayî ne diyar in. Dê dêna xwe bidin ser wan. Lewra jî tu sedem tune ku alema kar bikeve nav fikaran. Em gelekî baş dizanin ka em çi çawa bikin. Dê li gel hişk ter jî neşewitin."