21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
AGRI
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku "Ew kesên hewl didin ku Tirkiyeyê parçe bikin, me bikin dijminê hev, ev xwemalî nînin, ew bi eqlê kesên din tevdigerin. Ew bi tu awayî dahatûya we û zarokên we nafikirin, ew efendiyên wan çi bibêje wê dikin. Ev tenê dabeşiyê, nîfaqa di navbera mirovan de û kuştinê dizanin lê şikir ji Xwedê re ku Agirî bi van lîstikan nexapa, bi destê xwe van lîstikên terorê qewirand. We ji rik ve got ku 'biratî', we ji rik ve got 'yekîtî' û we ji rik ve got 'bihevrebûn.'"
Yildirim beşdarî merasima vekirina 18 tesîsan û bernameya fitarê ya ku li Stadyuma Agiriyê hat kirin bû. Yildirim vir axivî û diyar kir ku fitara 15emîn a meha remezanê bi hemşehriyên xwe yên agiriyê re dê bikin û ji ber ku di sifreya bereketê de ew qebûl kirin spasiya gelê Agiriyê kir.
Yildirim bal kişand ku Arîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek yek ji mînakên herî xweşik e ya nîşan dide ku Tirkiye ji kîjan astê gihaştiye kîjan astê û got ku Şîmşek hem bi kurdî hem jî bi tirkî ji bo ew kesên tiştên ku li Tirkiyeyê tên kirin fehm nakin bersiva herî xweşik da.
Yildirim got ku Agirî ji bo wî gelekî girîng e û kalikên wî jî pêşî li Agiriyê bi cî bûne û da zanîn ku di vê heyama ku AK Partî dest bi meşa pîroz kir de ew jî li Agiriyê hat peywirdarkirin.
Yildirim ji ber piştgiriya wan spasiya gelê Agiriyê kir û wiha axivî: "We rû neda rêxistina terorê, we destûr neda xendeqan, wan got 'em ê dabeş bikin' we got ku 'Tirkiyeya tek'. Ji ber wê ez spasiya we dikim."
Yildirim bi bîr xist ku AK Partî dema ku 15 sal beriya niha ji bo meşa pîroz derket rê li ser partiyê serokê damezrîner Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hebû û got ku bi serokatiya wî xizmet birin her derê Tirkiyeyê. Serokwezîr Yildirim diyar kir ku silava Erdogan ji Agiriyan re anî.
Yildirim bi bîr xist ku dema derketin rê gotin ku "Dê li Tirkiyeyê tu tişt wek berê nebe" û diyar kir ku tu derê Tirkiyeyê wekî cihê dûr nabînin û got ku "Welatiyên vî welatî yek in, hûn hemû welatiyên çîna yekemîn, hezkî tirkî biaxivin, hezkî kurdî biaxivin ferq nake."
Serokwezîr Yildirim qal kir ku li her derê welêt heman derfetan pêşkêş dikin û Mehmet Şîmşek nîşan da. Zarokekî ku ji gund derket îro aboriya welêt bi rê ve dibe û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ew kesên hewl didin ku Tirkiyeyê parçe bikin, me bikin dijminê hev, ev xwemalî nînin, ew bi eqlê kesên din tevdigerin. Ew bi tu awayî dahatûya we û zarokên we nafikirin, ew efendiyên wan çi bibêje wê dikin. Ev tenê dabeşiyê, nîfaqa di navbera mirovan de û kuştinê dizanin lê şikir ji Xwedê re ku Agirî bi van lîstikan nexapa, bi destê xwe van lîstikên terorê qewirand. We ji rik ve got ku 'biratî', we ji rik ve got 'yekîtî' û we ji rik ve got 'bihevrebûn."
Yildirim got ku bi edalet, demokrasî û dewleta hiqûqê Tirkiyeyê pêş dixin û da zanîn ku di 14 salan de hemû bajêrên Tirkiyeyê, hemû herêman pêş xistin, dawî li cudahiya di navbera herêman de anîn û di navbera rojhilat û rojava edaletê pêk anîn.
Yildirim da zanîn ku li her derê welêt li her goşeyê dê aştiyê bikin serdest.