Önder Beyter
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
TBMM
Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman destnîşan kir ku Amerîkayê hiqûq û biryarên navneteweyî binpê kirine û balyozxaneya xwe biriye Qudsê û wiha got, "Bi vê yekê va derbeyeke xedar li aştiya dinyayê û ya herêmê ketiye. Ew yek mimkun nîne ku em vê rewşê qebûl bikin. Em lanetê li vê yekê dixwînin."
Kahraman der heqê veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê li Tel Avîvê bo Qudsê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kahraman di daxuyaniya xwe da bertek nîşanî vê miemeleya Amerîkayê da û wiha got, "Amerîkayê hiqûq û biryarên navneteweyî binpê kirine û balyozxaneya xwe biriye Qudsê. Bi vê yekê va derbeyeke xedar li aştiya dinyayê û ya herêmê ketiye. Ew yek mimkun nîne ku em vê rewşê qebûl bikin. Em lanetê li vê yekê dixwînin."