Abdullah Tel
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo rê li ber qirêjbûna behrê bigire û bermayiyên tên avêtin kêm bike ji sala 2021î pê va wê berhemên ji plastîk ên bo carekî tên emilandin, qedexe bike.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Konseya Ewropayê û Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li ser verastkirina ku tê xwestin pê berhemên plastîk ên ji bo carekî tên emilandin bê qedexekirin, lihev kir.
Li gor vê jî berhemên plastîk ên ji bo carekî tên emilandin dema ku alternatîfên wan hebin ewê ji sala 2021î pê va bên qedexekirin û neyên firotin. Amûrên wek pemuyên guh paqijkirinê, taximên çetel, kêr û kevçiyan, teyfik, zilik, pîjikên nepoxê û qir û qafên xwarin û xurekê wê li welatên YEyê neyên bikaranîn.
Welatên YEyê heta sala 2025an divê ji sedî 25ê şûşeyên plastîk ên carekî ne û heta sala 2030yî jî ji sedî 30yên wan ji nû va bidin emilandin.
Ji bo ku ev verastkirin weke qanûn bê qebûlkirin divê ji hêla Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê va bi fermî bê erêkirin.