07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr der barê êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê dijî baregeha rejimê kir da wiha got: "Wekî Serokomarê me jî got, gotin têrê nake, divê îcraet jî hebe. Bi destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya jê êrîşî sivîlan kirin û çekên kîmyewî emilandin, girîng e. Divê civaka navneteweyî li dijî vê hovîtiya rejima Esed hewlesta xwe dewam bike û heta rejima Esed êdî nikaribe zirarê bide gel. Loma jî em vê êrînî dibînin û divê rejima Esed di civaka navneteweyî da bi temamî bê cezakirin."
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr di FOX TVyê da beşdarî bernameya "Çalar Saat"ê ya Îsmaîl Kuçukkaya pêşkêş dike bû û der barê rojevê da xeberda.
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr ji bo operasyona DYAyê ya li Sûriyeyê wiha got: "Li Sûriyeyê lazim e ewil ev hovîtiya Esed bê sekinandin. Lazim e bilez pevajoya aştiya Sûriyeyê bigihêje encamekê û ev encam mayînde bibe. Ev aştî jî lazim e wisa bê kirin hemû teref qebûl bikin. Ez hêvî dikim operasyona DYAyê bibe wesîleya aştiyê."