Nihat Kavşut
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim di bernameya "Hevdîtina Mezûnan: Tirkiye Jinûva" ya di bin banê Serokomariyê da bi destê Serokatiya Civakên Nas û Tirkan ya Dervayî Welêt hat lidarxistin da axivî.

Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser êrîşa terorê ya do li Misrê hat kirin û wiha got: "Ez êrîşa terorê ya bêbext ya li Misrê bi tundî şermezar dikim. Di nimêja înê da bombe û guleyan dibarînin ser însanan û ev li dijî mirovahî û Îslamê ye."

Serokwezîr Yildirim ji bona kesên di êrîşê da hatin kuştin wiha got: "Xwedê rehma xwe li kesên hatin kuştin bike. Bila serê gelê Misrê sax be û dia û alîkariya gelê tirk ji bona xwîşk û birayên xwe heye."