Türkan Tosun
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Galatasaray di hefteya 183mîn a Lîga Super de wê sibê derkeve pêşberî Kayserîsporê.
Pêşbirk wê di Stada Kadîr Has saet 20.00an de dest pê bike, hakemê pêşbirkê jî wê Cuneyt Çakir be.
Tîma ku rahênerê wê Fatîh Terîm e di pêşbirka lîga ewil de 3-1 tîma Goztepeyê têk biribû. Di lîga duyemîn de jî wê derkeve pêşberî Kayserîsporê.
- Maîcon û Fernando wê nelîzin
Maîcon Roqueyê ku cezayê karta zer hildabû û Fernando Regesê ku seqet bûyî wê di vê pêşbirkê de nelîzin.
Di tîma Galatasarayê de Badou Ndîaye, Sofîane Feghoulî û Fernando Muslera di sînorê cezaya karta zer de ne.
Heke di pêşbirka Kayserîsporê de ev futbolîst cezaya karta zer hildin wê nikaribin beşdarî pêşbirka bi Osmanlisporê re bibin.