Haydar Şahin
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
ERZİNCAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî "Merasima Avêtina Xîmê Rêya Keliye-Dutlucayê" ya ku li Meydana Kemaliyêye hat lidarxistin bû û li wê derê xîtabî gel kir. Yildirim ji bo Ezirgana memleketê xwe got "dora wê çiya, nava wê ava" û wiha pê da çû: "Kemaliye jî wisa ye. Mêze bikin her aliyên wê çiya ne, lê navenda wê çiqasî xweş e. Warê merivên camêr e."
'Ev gela tu wextê wê derfet û îmkanê nede FETOyî, cudakar û DEAŞiyan.'
Yildirim diyar kir ku Tirkiye bi rê, nexweşxane, balafirgeh û fabirqeyên xwe va mezin dibe û hemûyên van jî bi piştgiriya gel va bi destê Serokokar Recep Tayyîp Erdogan û hevalên wî hatin çêkirin û got, "Me rê, nexweşxane, balafirgeh û fabirqe, pire û tunel çêkirin. Rê veqetand, jiyan gihande hevdu. Me rê veqetand, milet gihande hevdu."
Serokwezîr Yildirim got ku ew ê Tirkiyeyê nedin parçekirin û rê nedin bêbextan û wiha axivî: "Ji bona yekîtiya dewletê û xwîşk û biratiya gel çi ji destê me were em ê bikin û em ê hemû derfet û îmkanan bi îzna Xwedê biemilînin. Kesên dixwazin welatê me tevlihev bikin û terorê zindî bikin bila kefa destê xwe bialêsin. Ev gel tu wextê wê derfet û îmkanê nede FETOyî, cudakar û DEAŞiyan."
Yildirim got ku mixalefet her tim diaxive û wiha pê da çû:
"Mixalefet belengaz e, ew ê çi bike. Tu tiştek tune, diaxive. Biaxive bavo biaxive. Ewqas axivîn êdî peyv bûn wek zirneyê. Wextê me tune ku bi wan ra pirsan bigihînin. Em ê bi şev û bi roj bixebitin, ji berê zêdetir xizmetê bikin. Em ê rûyê gelê xwe bidin kenê. Ji bo ku nigê we li kevir nekevin em ê hemû xizmetan bikin.
Derketine Tirkiyeyê îşaret dikin. Dibêjin 'neyên Tirkiyeyê, Tirkiye ewledar nîne'. Birayê min însan qet welatê xwe gilî dike, eyb e şerm e. Ev memleketa yê me hemûyan e. Em ê li vê derê di şîn û şahiyê da bibin yek, hevdu bigrin, mezin bibin û bi hev ra bibin Tirkiye."