04 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
KOCAELÎ
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî: "Gotina PYD kurdên li Sûriyeyê temsil dike dereweke mezin e. Vê gavê herî zêde PYD kurdên li Sûriyeyê dikuje. PYD li dijî kurdên mixalif neyartiyê dike, ji holê radike û car caran jî dikuje. Divê ev bi taybetî bê gotin, lewra helwesta Tirkiyeyê li dijî kurdan nîne."
Wezîr Işik li Îzmita navçeya Kocaeliyê bi endamên çapemeniyê ra hat ba hev û diyar kir ku PYD rêxistina terorê ye, tu şikeke wan ji vê tune.
Işik diyar kir ku êdî di çapemeniya welatên rojavayê da jî ji bo PYD dibêjin rêxistina terorê ev tiştekî rind e, ew wek wezaret van nivîsan berhev dikin ku bi delîlên din ra ji hemû mixataban ra bişînin û wiha pê da çû: "Gotina PYD kurdên li Sûriyeyê temsil dike dereweke mezin e. Vê gavê herî zêde PYD kurdên li Sûriyeyê dikuje. PYD li dijî kurdên mixalif neyartiyê dike, ji holê radike û car caran jî dikuje. Dibê ev bi taybetî bê gotin, lewra helwesta Tirkiyeyê li dijî kurdan nîne."
- "Dizanin wê çi bê serê wan"
Wezîr Işik got kurd birayên wan in ku ev hezar sal e bi hev ra dijîn û wiha axivî:
"Haya me jê heye dixwaze li herêmê ji xwe ra qadeke desthilatdariyê çêke. Car caran ji bo vê dikeve nav hewldanan jî, lê dema hewl dide derbeyeke kujer ya hêzên çekdar ên tirkan li serê wan dikeve. Beriya vê jî rabûn ku ji Efrînê ber bi rojhilatê, ji Minbicê ber bi rojavayê herin, we jî dît operasyon çawa hat kirin, ji 200î zêdetir milîtanên PYDê çawa hatin berterefkirin. Piştî wê herekatê li dijî leşkerên tirkan hemleyek nekirin. Lewra wan jî dizanibû ku hemleyê bikin çi yê bê serê wan. Êdî wan dizanibû wê ji Minbicê bên derxistin, ji ber vê rabûn bi DEAŞ û rejimê re li hev hatin, niha jî plana ku heremê ji rejimê re bihêlin didine destpêkirin. Li vê derê divê DYA û hêzên koalîsyanê jî bila bizanibin ku ev mijar li herêmê meseleyeke hesas e. Di vê mijarê da dibê bi taybetî DYA û hemû hêzên koalisyonê balda bin û bizanibin ku li herêmê hevkêşeke hesas heye."