Nihat Kavşut
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
ANKARA
Îbrahîm Kalinê Berdevk û Sekreterê Giştî yê Serokomariyê li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê referanduma Herêma Kurdistanê Iraqê ya di 25ê îlonê da daxuyanî belav kir.
Kalin di daxuyaniya xwe da wiha got: "Piştî Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî û Lijneya Wezîran ku do di serokatiya Serokomarê me da hat kirin divê meriv cardin dubare bike. Tirkiye her dem li cem kurdên li Iraqê cî girt. Heger referandum neyê betalkirin wê encamên cidî çêbin. Divê Hewlêr demildest dev ji vê xetaya li herêmê dibe sedema qeyranên teze berde."