24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
HATAY
210 sivîlên ku birîna wan giranên ên ku ji rojhilatê Heleba ku di dorpêça rejima Esed û komên terorîstên biyanî ên alîgirê rejimê da ye hatin tehlîyekirin anîn Hatayê.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Gişkî ya Çapemenî, Weşan û Enformasyonê ya Serokwezîriyê hatin sitandin, birîndaran ji Helebê tehliyeyî Îdlibê dikin û birîndarên ku birîna wan giran e jî sewqî Tirkiyeyê dikin.
Ji destpêka tehliyekirinê vir da 210 birîndar ji Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê bi ambilansa ve sewqî nexweşxaneyên Tirkiyeyê kirin. Ji birîndarên ku anîn Tirkiyeyê 88ên wan zarok in.
81 birîndar sewqî dervayî bajarê Hatayê kirin, 31 kesên ku dermankirina wan temam bû jî hatin sewqkirin.
Ligel midaxeleyan 21 birîndar mirin.