27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku hejmara terorîstên ku di hemleya esmanî ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) ya li bakurê Iraqê herêma Metîna û Gare da hatin berterefkirin derket 17an.
Sererkaniyê der barê hemleya esmanî ya ku Artêşa Tirkiyeyê duh li dijî bakurê Iraqê herêma Metîna û Garayê li dar xist da agahî da.
Di daxuyaniya pêşiyê da hatibû destnîşankirin ku di hemleya esmanî da 7 terorîst hatin berterefkirin.
Herwiha li gorî agahiya ku ji çavkaniyên îstixbaratê û ji alavên kewş û çavdêriyê hatin wergirtin, hat tesbîtkirin ku 10 terorîstên din jî hatine berterefkirin.
Bi vî hawî li ciyê ku lê hemleya esmanî hat lidarxistin 17 terorîst hatin berterefkirin.