22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
AFYONKARAHİSAR
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşogluyê ku beşdarî Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya 25an a AK Partiyê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û rojev nirxand.
Çavuşoglu bûyerên li Kerkûka bajarê Mûsilê nirxand û li ser pirsa "Tirkiye tevlî hêzên koalisyona li Mûsilê bû an nebû?" got ku piraniya hêzên ku Tirkiyeyê li Başîqayê perwerde kir nika di operasyona bejayî da cî digrin.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got, "Tirkiye di nav koalisyona li Sûriyeyê da jî heye û di nav koalisyona li Iraqê da jî heye. Nika em bi hêzên xwe yên hewayê va di nav koalisyonê da ne. Ji hewayê kînga operasyonê bê kirin û bi çi awayî bê kirin biryara vê jî leşkerê bidin."
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê Mihafizên Nînovayê da wiha got: "Ya rast ev hêzên herêmî yên ji Mûsilê ne. Di pêşerojê da, piştî DEAŞê, ji bo ewlehiya Mûsilê divê ji van hêzan were îstifadekirin. Niha di nav operasyonê da çalak in."
- "Niha di rojevê da nîne ku beşdarî operasyona bejayê bibin"
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê ji destê DEAŞê xilaskirina Mûsilê da got, "Operasyona bejayiyê şûna komên din lazim e artêşa neteweyî bi xwe birêva bibe. Pêşmerge heye, hêzên Nînovayê ku me ew perwerde kir hene, ji aliyê din va hêzên li wan deran jî hene. Niha di rojevê da tune ku welatên li wê derê yan jî Tirkiye beşdarî operasyona bejayê bibin. Hêzên Amerîkayê berê top agir kirin. Lê heke hewce bike bi taybetî jî hêzên me yên taybet ji bo piştgiriyê bidin hêzên herêmî helbet wê beşdar bibin."
- "Heke motanî merivan nesekinin em ê çi hewce dike bikin"
Wezîr Çavuşoglu der barê Herekata Mertalê Feratê da jî got, "Heke YPG/PYD venekişin dewsa xwe û êrîşên xwe yên li ser Artêşa Sûriyeya Azad a ku li dijî DEAŞê têkoşînê dide bidomînin, em ê jî çi hewce dike bikin. Kanê YPG rind bû, kanê YPGê dijî DEAŞê têkoşîn dida. Çima êrîşî ASA, hêzên herêmî, mixalifên rûnerm ên ku li dijî DEAŞê têkoşînê didin, dike. Armanca YPG/PYDê têkoşîna dijî DEAŞê nîne, avakirina kantona xwe ye. Operasyonên nika jî ji bo vê wek xetere dibîne. Me di serî da got ku em naxwazin li vê derê korîdara terorê bê avakirin. Ji ber vê heke motanî merivan nesekinin em ê jî çi hewce dike bikin."