DIYARBAKIR
Êrîşa dawîn a PKKya rêxistina terorê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê kir, derbe li tûrîzmê xist.
PKKya rêxistina terorê ya ku di heyamên dawîn da li Sûrê bi çalên ku kolan û teqemeniyên ku bi cî kirin zirareke mezin da sûr, dêr û mizgeftên ku di Lîsteya Mîrasê ya Cîhanê ya UNESCOyê da hatine qeydkirin, bi êrîşa xwe ya dawîn jî derbeyeke mezin li tûrîzmê xist.
Herî dawîn li Sûrê endamên PKKyê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî servîsa polêsan kirin û di êrîşê da ji heman malbatê 5 kes mirin û 5 jê polês 12 kes birîndar bûn. Ji ber êrîşê Pireya Dehderî û qesr û mekanên tûrîstîk yên li derdorê zirar û xisareke mezin dîtin.
- Êrîşên terorê zirar da "Mîrasa Çandê ya Cîhanê"
Li Diyarbekirê êrîşên terorê zirareke mezin da "Mîrasa Çandê ya Cîhanê" ku Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hevselê di Mîrasa Çandê ya Cîhanê da qeydkirî ne.
Diyarbekira ku di warê tûrîzmê da pêşva diçe ji ber geşedanên dawîn nikare pêşva here.
Bi saya pêvajoya çareseriyê di nav 2 salan da hejmara tûrîstên biyanî yên ku hatin bajêr ji sedî 130 û yên xwemalî jî ji sedî 35 zêde bû, lê ji ber êrîşên PKKyê rezervasyon yeko yeko hatin betalkirin û xebatên li ser tûrîzmê sekinînin.
- Zirar dan dîrokê
Êrîşên rêxistinê ji xeynî sûrên dîrokî û Bexçeyên Hevselê tevî mizgeft, dêr, keleh, xan, mal, sûk û pire zirar da 612 berhemên dîrokî.
Endamên PKKyê di meha kanûnê da êrîşî Mizgefta Fatîh Paşa (Kurşunlu) ya ku 500 salî û ji dema Osmaniyan maye kirin. Di êrîşê da şewat derket û di şewatê da deriyê orijînal û mînber zirar û xisareke mezin dîtin.
Mizgeft ji ber êrîşên ku bi çekên lûledirêj hatin kirin, di derî, dîwar û şibakên mzigeftê da jî xisar çêbû.
Endamên rêxistinê li derdora mizgeftên wek Fatîh Paşa, Ereb Şêx, Hecî Hemîd û Hasirliyê û dêrên Protestan, Katolîk û Ermeniyan di çal û barîkatan da teqemenî bi cî kirin.
Wek mayîn di mizgeftên Hezretî Silêman, Nasuh Paşa, Ereb Şêx û Hasirliyê, Minareya Çarpê, Hecî Hemîd, Mizgefta Mezin û di dêrên Protestan, Katolîk û Ermeniyan da xisar çêbû. Endamên rêxistinê deriyê Dêra Katolîk a Ermeniyan şikandin û zirar dan avîze, dîwar û şibakên dêrê û hundirê dêrê zirar û xisareke mezin dît.
Êrîşên terorî ji bo Minareya Çar Sitûn, Dêrên Katolîk û Protestan ên Ermenî, Dêra Keldaniyan (Mar Petyûm) û berhemên dîrokî û çandî yên din talûke bûn.
- Ji Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê ra jî hatibû gotin
Serokatiya Rêveberiya Qada Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hewsêlê û Kela Diyarbekirê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê rapora ku der heqê "Qada Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hewsêlê û Kela Diyarbekirê" ji Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê ra şandibû da diyar kiribû ku berhemên dîrokî yên wek kuçeyên xas ên Sûrê, Minareya Çar Sitûn a Mizgefta Şex Mûtahhar, Mizgefta Fatîh Paşa, Dêra Ermenî ya Sûrp Gîragos û Himama Paşa zirar dîtin.
Li Sûrê operasyonên ku di 28ê sermaweza 2015an da dest pê kirin piştî 103 rojan bi dawî bûn û jiyana li navçeyê piştî wê demê hêdî hêdî geş bû.
- Êrîşa dawîn jî zirar da tûrîzmê
Di êrîşa dawîn a PKKya rêxistina terorê da, kafe, restoran, loqinte û Qesra Erdebîlê ya ku nêzî Pireya Dehderî ne jî zirareke mezin dîtin lewra tûrîstên xwemalî û biyanî diçûn serdana wê derê.
Pireya Dehderî ya ku tê gotin di sedsala 6an da ji heyama 1emîn Anastasîas maye her tim bala komên tûrîstan dikişand û ser û ber hertim qelebalix bû. Tûrîstên ku dihatin ser pireyê bi lêdana def û zirneyê va govend digirtin û kesên dizewicîn jî dihatin û li vir wêneyên xwe dikişandin.
Di êrîşê da Qesra Erdebîlê ya ku ji 6 qesrên li bajêr in yek e jî zirar dît.
- Esnafên li herêmê aciz in
Esnafên li navçeyê ku ji ber êrîşên terorî bi mehan dikanên xwe girtibûn jî bertek nîşanî êrîşên terorî yên PKKê didin û ji ber zirar digihêje milet, berhem, dîrok û tûrîzma Sûrê jî ji vê yekê aciz in.
Elî Karabûlûtê ku li wir esnafe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teror zirarê dide hizûr û îstiqrarê û wiha pê da çû: "Teror herî zêde zirarê dide însanên li herêmê û aborî û tûrîzma wê. Ev der cihê tûrîzmê ye û tûrîst ji ber terorê nayên van deran. Em naxwazin bûyerên wiha li vir biqewimin û lenet li terorê be."
Karabulut qala aciziya ku ji ber êrîşên terorê dikişînin kir û diyar kir ku teror zirareke mezin dide gel. Karabulut destnîşan kir ku hin karxane li ber girtinê ne û restoranta wî jî di êrîşa terorê da zirar dît.
Karabulut got ku ji ber bûyerên li Sûrê qasî 7 mehan dikana xwe venekiriye, dema ku gotin pêşiya kar vebû jî dîsa êrîşan dest pê kir.
Mehmet Acunê ku restoran û kafeteryaya li Qesra Erdebîlê ya Dîrokî dixebitîne diyar kir ku ji ber teqînê di qesrê û restoranê da zirareke mezin çêbû
Acun destnîşan kir ku ji ber êrîşan gelekî ber xwe ketin, dixwazin ku herêmê tûrîzmê zanîn û wiha pê da çû: "Vê derê ji gel ra her tim vekirî ye. Gel ji bo ku bina xwe bide tê vê derê. Li vê herêmê çalakiyên tûrîstîk û muzîk heye, milet li vê derê çaya xwe vedixwar û nanê xwe dixwar. Bûk û zava dihatin li qesrê û Pireya Dehderî wêneyên xwe dikişandin. Ev deran her tim qerebalix bûn."
"Van êrîşan zirar da tûrîzmê"
Veysî Kocakayayê ku restorana wî heye got ku herêm ji bo tûrîzmê zehf girîng e.
Kocakaya diyar kir ku êrîşan hem zirar dan hermêmê û hem jî dan merivan û wiha pê da çû:
"Ji bo tûrîzmê ciyê herî girîng eva dera ye. Malbat bi zarokên xwe ra dihatin û bi rihetî rûdiniştin. Meriv ji bo kişandina wêneyan dihatin vê derê. Me jî xizmeta tûrîzmê dikir. Ji ber teqînê zirara me mezin e.Van êrîşan zirar da tûrîzmê. Li Diyarbekirê ji bo tûrîzmê veberhênaneke mezin hat kirin."
Kocakaya diyar kir ku di restorana xwe da 45 kesan dide xebatê, dema ku meriv malbatên van jî bide ber çavên xwe dikana wî deriyê nanê 300 kesî ye.
"Em êrîşan şermezar dikin"
Kocakaya got ku êrîş dewam bikin nanê merivan di xetereyê da ye û wiha got: "Em êrîşan şermezar dikin. Em naxwazin û êrîş dewam bikin û însan bimrin."
news_share_descriptionsubscription_contact
