Elif Orhan
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
WASHINGTON
Hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Mike Penceyê Arîkarê Serokê DYAyê qediya.
Serokwezîr Yildirim di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Washingtonê de bi Penceyê Arîkarê Serokê DYAyê re bi saeta Tirkiyeyê saet 19.00an de li Qesra Spî hat bal hev. Hevdîtina ku li Hêwana Rooseveltê ji çapemeniyê re girtî hat kirin saetek û 20 deqîqe berdewam kir.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç û Kerîm Ûrasê Serşêwirmendê Karên Derve yê Serokwezîr Yildirim û rayedarên din beşdarî civînê bûn.
Di dema hevdîtina Yildirim-Penceyê de li dora Qesra Spî ber tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. Ji ber ziyareta Serokwezîr Yildirim Parka Lafayetteyê ya li ber Qesra Spî bi temamî hat girtin û li kolanên ku derdikevin parkê begiriyên ewlehiyê yên zêde hatin girtin. Balê kişand ku polêsan hember protestoyên muhtemel tevdîrên ewlehiyê sitandin.
Di dema ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a DYAyê ya di meha gulanê de alîgirên PKKya rêxistina terorê li Parka Lafayetteyê û li qada ber Qesra spî çalakî kiribûn û polêsên DYayê dereng midaxaleyî xwepêşandêran kiribû.