21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
KÎNŞASA
Hat ragihandin ku li Komara Kongoyê ya Demokratîk hejmara kesên ku di hezazê da mirin ji 200î borî.
Ji rayedarên eyaleta Ituriyê Pacifique Keita daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin, ji bo kesên ku li bajarê Tarayê di bin hezazê da man xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
Keita destnîşan kir ku di bobelatê da ji 200î zêdetir kes mirin, piştî hezazê li herêmê ji bo ku nexweşî dernekeve û bela nebe, xebatên dezenfeksiyonê wê werin kirin.