07 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Gelekî hnermend beşdarî "Mitînga Demokrasî û Şehîdan" a ku di bin himayeya Serokomariyê de bi piştgiriya Walîtiya Stenbolê û Şaredariya Mezin a Stenbolê li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê tê kirin bûn.
Kenan Îmîrzalioglu, Kivanç Tatlitug, Yilmaz Erdogan, Kenan Dogulu, Yavuz Bîngol, Ozcan Denîz, Demet Akbag jî di nav de gelekî hunermend hatin qada mitîngê ya li Yenîkapiyê û beşdarî Mitînga Demokrasî û Şehîdan bûn.
Kenan Îmîrzalioglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku şahidiya rojeke hestewar dike kêfxweş e û wiha axivî: "Vê gelê necîb carekê din nîşanî hemû dinyayê da ka çi ye. Dibe ku me bi xwe jî ji bîr kiribe. Me di 15ê tîrmehê de ji nû ve hemû bi hev re dît ku ka em kî ne û wê şevê hestên nedîtî di me de hebûn."
Îmîrzalioglu wiha axivî:
"Hewl dan ku me bitirsînin lê vê gelê nîşan da ku dê netirse û nîşanê hemû dinyayê da ku dê çawa li demokrasî û welatê xwe xwedî derkeve. Ez ji hemû şehîdên me yên ku ji bo vî welatî canê xwe dan, birîndarên me û her kesê ku di dema teşebûsa derbeyê de vîna xwe nîşan dan re minetdar im. Em ê seranserê jiyana xwe deyndarê wan bin, înşealah em ê mil bidin milê hev û bi biratî ji vê şerê xilas bibin û ji niha pê ve jî li welatê xwe xwedî derkevin. Canên me yên ku mirin dikarin ku bi aramî û rehet razên. Ez wisa bawer dikim ku Tirkiye dê ji vê xirabiyê wisa derkeve ku dê xurttir be."
Hunermend Kivanç Tatlitug jî qal kir ku li Yenîkapiyê rojeke dîrokî diqewime û wiha axivî:
"Ez gelekî serbilind im ku bi gelê me, dewleta me, hemû partiyên me yên siyasî re ji bo ku xwedî li demokrasî û komara me derkevin vir in. Ji bo ku ez xemgîniya xwe ya ji ber teşebûsa derbeyê ya bextreş a ku di 15ê tîrmehê de qewimî qise bikim peyv têrê nakin. Em dijî her cure derbeyê ne, bi gelê xwe re, dewleta xwe re yek dil vir nîşanê hemû dinyayê didin ku em ê tu carî parçe nebin, dê nekarin ku demokrasî û komara me xira bikin didin û bi alayên xwe jî mînaka vê yekê ya herî xweş nîşan didin."
Tatlitug got ku Xwedê rehma xwe li kesên ku ji bo welêt û demokrasiyê şehîd ketin bike, serê malbatên wan sax be û wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku ev pêngavên ji bo ku em bibin yek tên avêtin di demek kurt de wekî ku îro vir dixuyê seranserê jiyanê bi awayekî erênî bibe nesîbê gelê me."
Hunermend Zafer Alagoz got ku di îxtilala 12ê îlona 1980yan de 20 salî bû û wiha axivî:
"Tirkiye hê jî êşa wê îxtilalê dikşîne, di ser de jî wekî ku ne bes e di 15ê tîrmehê de bûyereke bextreş qewimî. Gelek mirovên me, polêsên me, eskerên me mirin. Ez hêvî dikim ku piştî dîdariya îro tu partiyên siyasî, bêyî ku ferq û mehliyê bike ji bo ku Tirkiye pêş bikeve dest bidin destê gel. Ez wisa bawer dikim Tirkiyeya ku ji sedî 60 serjimara wê ciwan e dê bê cihên gelekî baştir. Ev yekîtiya vir vê hêviyê dide min."
- "Em dîsa nêzî hev dibin û ber bi dahatûyê ve pêş dikevin"
Hunermend Ahmet Zohan jî got ku "Em ji bo welat, yekîtî û demokrasiya xwe vir in. Em bi gelê xwe re ne, qerebalixeke nûwaze heye. Xwedê yekîtî û bihevrebûna me xira neke."
Hunermend Yilmaz Erdogan jî qal kir xwest ku coşa li mitîngê hîs bike û wiha axivî:
"Heke ez derveyî vê coşa îro bimama dê heta hetayê di dilê min de bimaya. Ez ji ber ku şahidiya demeke wiha dîrokî dikim û di nav wê de cî digirim, gelekî bi kelecan im. Bila ji niha pê ve Tirkiye bibe Tirkiyeyeke wisa ku em ji bo fikrên ku xweşê me naçin jî bikarin bikenin."
Hunermend Kenan Dogulu jî destnîşan kir ku roj roja yekîtiyê ye û wiha axivî: "Em ber bi dahatûyeke ku her kes bêtir nêzî hev e, bi sebr guh didin fikrên dijber, dahatûyeke bi hezkirin û aştiyê tije ve diçin. Em dîsa bi hev re nêzakihayî datînin û ber bi siberojan ve diçin. Ez îro wekî destpêka vê pêvajoyê dibînim, divê em vê pêvajoyê baş binirxînin û ji niha pê ve welatê xwe di bin heman alayê de, yek û bi hev re ji bo ku bigihînin asteke baştir wekî firsendekê bibînin."
Hunermend Yavuz Bîngol bal kişand ser qelebalixa li Yenîkapiyê û got ku bi Îzna Xwedê ewê dev ji cihêtî û cudaxwaziyan berdin û bigihêjin rojên çêtir.
Di axaftina xwe da hunermend Ozcan Denîz jî diyar kir ku qelebalixa li wê qada mitîngê yekîtiyê nîşanî çar aliyê dinyayê dide û ew jî ji ber ku li wir in pir ser bilind in.
Derhêner û hunermend Sermiyan Mîdyad jî got ku kesên bi heman zimanî diaxivin na kesên ku bi heman hêstan tevdigerin hev çêtir fehm dikin û rewşa li Yenîkapiyê jî vê nîşan dide.
Hunermend Mete Horozoglu jî ragihand ku ew ji bo şehîdên demokrasiyê hatin û dia li wan kir û got ku ew çi bikin jî dîsa nikarin heqê wan şehîdan bidin.
Hunermend Kerem Alişik jî diyar kir ku îro li vê derê rojeke dîrokî diqewime û ew ji ber ku îro li wê derê li alaya xwe, ezana xwe û demokrasiya xwe xwedî derdikevin pir serbilind in.
Hunermend Demek Akbagê jî bilêv kir ku kesên xwediyên fikrên cihê ne jî îro ji bo demokrasiyê li wir in û ev tiştekî xweş e.
Ji hunermendan Nîlgun Belgun, Selahattin Alpay, Nûray Hafîftaş, Mahmut Tuncer, Çoşkun Sabah û Suzan Kardeş jî beşdarî mitîngê bûn.