23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Li 18 gundên ser Lice, Hezro û Kocakoya navçeyên Diyarbekirê ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir ku li gor agahiyên ber destê wan rêvebirên payebilind ên rêxistinê di nav dehl û çiyayên navbera Lice û Hanê da kar û xebat dikin. Ji bo berterefkirina wan û îmhakirina kozik, stargeh û ambarên rêxistinê wê operasyon bê lidarxistin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku beriya operasyona ji bo ewlehiya can û malê welatiyan wê bê lidarxistin li Arikli, Dibekkoy, Çagdaş, Yolçati, Serînce, Kabakaya, Uçar, Kayacik, Esenler, Ziyaret, Ortaç, Çavûndûr, Dolûnay, Baglan û Yalazaya gundên ser Liceyê, Çîtlîbahçeya gundê ser Hezroyê, Boyûnlû û Gozebaşiya gundên ser Kocakoyê heta emrekî duyemîn îro saet ji 05.00an vir va qedexeya derketina derva hat îlankirin.