30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Ji bo ku cinazê 4 karkerên ku di hezaza kana li Şêrwana navçeya Sêrtê de di bin axê de mabûn bên dîtin, xebat dewam dikin.
Di 17ê mijdarê de li gundê Madenê hezaz çêbûbû û 16 karker di bin erdê de mabûn. Cinazê 12 kesan hatibû dîtin, lê 4 karker hê di bin erdê da ne.
Tîmên AFAD, UMKE û Hîva Sor a Tirkan yên ku ji Sêrt, Batman, Wan, Erzirom, Enqere, Konya, Zonguldak, Bidlîs û Diyarbekirê hatine, hewl didin ku cinazê 4 karkerên din jî bibînin.
Alîkarê Wezîrê Malbat û Polîtikayên Civakî Mehmet Ersoy û Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz li Navenda Krîzê ya AFADê der barê geşedanên dawîn de ji rayedaran agahiyê hildan û bi malbatên ku zarokên wan di bin axê de mane re axivîn.