31 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li goma Durumliya ser Diyarbekirê ji bo 16 gundiyên ku PKKya rêxistina terorê bi înfilaqkirina 15 ton teqemenî va ew qetil kiribû, bîrdarî hat çêkirin.
Walîtiya Diyarbekirê gora 16 kesên di qetliyamê da mirin û li gundê Tanişikê li rû hev hatibûn definkirin, çêkir. li ser her kêlikê wêneya kesê di wê gorê da ye hat neqişkirin û bîrdariyeke navê hemûyan li serê ye hat avakirin.
Malbatên ku xizmên wan di wê qetliamê da hatin kuştin ji bo "Bîrdariya Şehîtên Gundê Tanişikê ya 12ê Gulana 2016an" razîbûna xwe parve kirin.
Mustafa Yamanê di êrîşê da du kur û eqrebayên wî şehît ketibûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew heta li dinyê bin vê êşê ji bîr nakin.
Fatoş Yuceya ku du bira û biraziyekî wê hatibûn kuştin jî ragihand ku ji ber çêkirina bîrdariyê ew kêfxweş in.
Mehmet Yamanê bav, bira û eqrebayên wî di qirkirinê da can dabûn jî got: "Ev zarok êtîm man. Ev êş tu car nayê jibîrkirin. Dema ev zarok mezin bibin wê bibêjin 'Ka bavê me? Sûcê bavê me çi bû?' u dibêjî aştî û tu radibî kurdekî wek min dikujî. Xwedê heqê me nehêle. Me ji bo aştî bê raya xwe dabû HDPê lê ew rabûn û em kuştin."

- Komkujiya Durumliyê
Terorîstên PKKyî 15 ton teqemenî li kamyonê bar kirin û di şeva 12ê gulanê da ji Gênca navçeya Bîngolê anîn Yenîşehira navçeya Diyarbekirê taxa Tanişikê. Piştî ku gundî ji rewşê şikbar bûn û PKKyî û gundî bezîn hev û gundiyan gotin ku ew naxwazin wan hildin gundê xwe.
Li ser vê kamyon ajotin mezra Durumliyê û ferq kirin ku gundî wan teqîb dikin, kamyona teqemenî lê barkirî di ketina gund da teqandibûn.
Di bûyerê da 16 kes miribûn, 23 kes jî birîndar bibûn û ji gelek navçeyên bajêr jî dengê teqînê hatibû bihîstin. Li cihê bûyerê çaleke ku beraya wê 20 mêtro û kûrahiya wê jî 4 mêtro ye çêbibû. Ji ber ku cesed perçe perçe bûbûn û li der û dorê belav bûbûn, tesbîtkirina nasnameya 13 kesan piştî testa DNAyê hatibû kifşkirin.
Di êrîşa PKKê kir da 36 zarok êtîm û 8 jin jî bî mabûn.