Önder Beyter
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA (AA) - Partiya Vatanê ji ber sedema ku "bûye navenda fealiyetên dijî serweriya dewletê û yekpareyiya gel û welat" bi daxwaza girtina HDPyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Dadrêsê da.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Nusret Senem li ser navê partiyê serîlêdan kir. Senem di daxuyaniya xwe ya beriya serîlêdanê da diyar kir ku di 11ê Sibata 2018an da di Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HDPyê da Hevseroka Giştî ya berê Serpîl Kemalbay, Serokê Dîwanê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldana ku di kongreyê da wekî Hevseroka Giştî hat hilbijartin operasyona Efrînê rexne kirin, pesna PKK-PYDya li Efrînê dan.
Senem herwiha diyar kir ku di kongreyê da posterên serokê rêxistina terorê PKKyê Abdullah Ocalan hatin vekirin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê van kiryarên nemeşrû da der heqê rêveberên HDPyê da lêpirsîn da destpêkirin.
Senem bal kişand ku ev serîlêdan girîng e, lêbelê têrê nake û wiha dewam kir:
"Partiyeke siyasî ku li dijî têkoşîna seba yekîtiya dewleta Tirk û yekpareyiya xaka wê tê kirin, derdikeve û ji paşva xencerê lê dixe, pesna dijminên Tirkiyeyê dide, meşrû nîne û divê destxwera bê girtin. Postê ku divê vê yekê bike jî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Dadrêsê ye. Em bangî serdozgeriyê dikin ku peywira xwe bîne cih."