22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ANKARA
Ji aliyê 6emîn Dadgeha Sulh û Cezayê ya Enqereyê va ji ber êrîşa terorê ya ku di 17ê sibatê de li Enqereyê hatibû lidarxistin da, biryara girtina serkirdeyên PKKê yên Ewropayê Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal, Serokê PYDê Salih Muslim, rêveberên PKKê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyn jî di nav de 48 endamên rêxistinê hat dayîn.
Li Enqereyê di 17ê sibatê de li kuçeya Merasimê êrîşeke xwekujiyê hatibû kirin û 29 kes miribûn. Ji ber vê êrîşê 15 kes hatibûn girtin.
Buroya Sûcên li Dijî Pergala Makezagonî lêpirsîn da destpêkirin. Hat xwestin ku der barê serkirdeyên rêxistina terorê PKKê yên Ewropayê Zubeyir Aydar û Remzî Kartal, Serokê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKê Salih Muslim, rêvebirên PKKê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyn jî di nav de der barê 48 endamên rêxistinê de biryara girtinê bê dayîn.
Di nivîsa serdozgeriyê da tê diyarkirin ku di pêvajoya lêpirsînê da hat tesbitkirin êrîşa terorê li ser daxwaza rayedarên payebilind ên PKK/KCKya rêxistina terorê bi wesaîta bombebarkirî hatiye kirin, çalakî bi destê endamên rêxistinê hatiye kirin û ji xeynî endamên rêxistinê di plankirina çalakiyê da hin gumanbarên ku endamê rêxistinê nînin jî bûne alîkar.
Di nivîsê da tê destnîşankirin ku li ser banga rêveberên rêxistinê yên di demên cuda da, Abdulkadîr Somerê bi nasnavê "Zinar-Raperîn" di 17ê Sibatê da êrîşa bombeyî ya li Merasim Sokakê dike.
- "TAK rêxistineke paravan a PKK/KCKyê ye"
Her çiqas di weşanên nêzî PKK/KCKyê da nûçeyên ku çalakiyê TAKê kiriye derketibin jî TAK rêxistineke paravan a PKK/KCKyê ye ku di 2004an da ava dibe. Serdozgerî di daxwaza xwe da destnîşan dike ku rêxistina terorê navê TAKê ji bo îmaja terorê ya li ser xwe rake û rexneyên li ser xwe sivik bike, diemilîne.
Di nivîsa daxwazê da hat gotin, hat fêmkirin ku çalakiyên TAK hildidin ser xwe, bi telîmatên desteya bilind a rêveberiya PKK/KCKê û mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê tên kirin.
Hat gotin kesê ku bi wesaîta bombebarkirî va li aser kolana Merasimê êrîşî wesaîtên servîsa leşkeran kir terorîst Abdulbakî Somer e. Hat fêmkirin ku Abdulbakî Somer di nav "hêzên taybet" ên HPGê da wezîfedar bûye û telîmata çalakiyê ji vê yekeya HPGê hildaye.
Di nivîsê da bal hat kişandin ku ji ber biryarên çalakiyan, bangewazî û talîmatan ji bo rêveberên rêxistinê berpirsiyariya cezaî hasil bûye û ji ber vê sedemê daxwaz hat kirin ku bona rêveberên rêxistinê biryara girtinê bê dayîn.
Li ser dazwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Dadgeriya Sulh û Cezayê ya Enqereyê ya 6emîn der barê 48 kesên ku di navê da rêveber û endamên rêxistinê hene da biryara girtinê da.
Kesên ku der barê wan da biryara girtinê hat dayîn ev in:
"Zubeyir Aydar, Veli Taşkiran, Suleyman Şahin, Sultan Kocabey, Serdar Çelik, Salman Kurtulan, Salih Muslim, Sabri Ok, Riza Altun, Remzi Kartal, Osman Gulen, Nuriye Kesbir, Nuran Er, Muzaffer Ayata, Mustafa Karasu, Murat Karayilan, Murat Uçer, Muazzez Vuran, Menafi Bayazit, Mehmet Tahir Kiliç, Mehmet Toren, Mehmet Dogan, Mahmut Dora, Layika Gultekin, Îsmail Ozden, Îshak Ozçaktu, Hulya Oran, Hulya Eroglu, Hejar Çelik, Hasan Mamak, Hamiyet Yalçinkaya, Hamit Aydogan, Guluzar Tural, Guluşan Eksen, Guleser Torun, Gonul Çelik, Filiz Duman, Fethi Şarlatan, Fehman Huseyin, Engin Karaaslan, Elif Yildirim, Ekrem Guney, Edip Yetut, Duran Kalkan, Cemîl Bayik, Birgul Ayaz, Ayfer Kordu û Ali Haydar Kaytan."