Sevim Hatun
24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Lê binêrin me got îstîhdam. heke ku em mezinbûnê bixwazin îstîhdam lazim e. Lê niha rêjeya bêkariyê di ser ji sedî 11yan re ye. Çi welat bikeve vê halê? Heke ku em naxwazin bikeve vê halê divê em çibikin? Çi hewce dike? Sermayedanîn, veberhênan, îstîhdam, piştre jî rikeberî tê. Ji bo sermayedanînê divê derfet hebe. Lê belê ev bankeyên ku hînê ji pere qezenckirina pere bûne, di qada krediyê de têra xwe alîkariyê nadin, wexta bidin jî bi faîzê zêde didin. Ji ber vê yekê jî sermayedan nikarin gav biavêjin. Ditirse divê mumkun nîne ku mirov bikeve binê barekî wiha. Wexta ku dikevê jî wexta dayînê nikare bide. Ma em dikarin wiha bi pêş bikevin? Heke evana adilane tevbigerin, ez bawer im ku wê milet jî derfeta kar bidestbixe. Lê wisa nebe wê milet di dawiya dawî de serî hilde. Wê çaxê jî em wekî nûnerên miletê mecbûrin tedbîran bigirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Merasima Hevkariya Kar a Stratejîk a wê navbera Borsa Stenbol û Bankeya Pêşveçûnê ya Îslamê (ÎKB) de bê îmzekirin a Mitabaqata Zapt Gongê bû û got ku bila merasim ji bo her du saziya jî bi xêr be.
Serokomar Erdogan: "Ez ji vê derê carekî din bangî sektora bankevaniyê dikim dibêjim ku, ji kerema xwe re faîzan daxîn astên maqûl."
Serokomar Erdogan: "Niha hemû dinya ji ber deyn û faîzê dinale, di serdemek wiha de em ê jî ji bo projeyên xwe hewl bidin û em ê kontrolê jî ji dest daneynin."
Serokomar Erdogan: "Gotin 'bankeya navendî serbixwe ye, wiha ye, felan bêvan...' Temam bila ew dîsa li ser serxwebûna xwe bileyze, lê belê ez siyasetmedar im, ma di fermiyetê de mafê min heye ku ez mudaxeleyê wê bikim? Tune. Lê wexta ku tiştên wiha bêne kirin ezê jî rabim, rexne bikim. Ez ê hişyariyê bidim, bila ew jî rêyên çareserkirinê bibînin. Erê wele bila sîle li bin guhê min bikeve ew jî li kêfa xwe binêrin, dinyayekê wilo tune."