07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
NEW YORK
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş wiha got, "Ji aliyê Tirkiyeyê qenaet û nêrîneke fermî nehat destnîşankirin ku rayedarên DYAyî li paş hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ne. Lêbelê DYAyiyan dereng bertek nîşanî hewldana derbeyê da. Ev jî bû sedem ku di zihnê xelkê tirk da peywendiya dostiya herdu welatan neyê îzahkirin."
Kurtulmuş li New Yorkê peywendiyên xwe yên li DYAyê ji mensûbên çapemeniyên yên tirk ra nirxand.
Kurtulmuş di axaftina xwe da bal kişand ku wî li Chicago û New Yorkê gelek peywendiyên kêrhatî danîn û wiha got, "Me di peywendiyên xwe da mijara hewldana derbeya FETOyê, Hemleya Mertalê Fertalê, têkoşîna dijî DAEŞ, PKK û PYDyê û pozîsyona Tirkiyê ji muxatabên xwe ra îfade kir."
Kurtulmuş diyar kir ku wan, belgeyên didin nîşan ku Gulen li paş hewldana derbeyê ye, teslîmî Amerîkayê kirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku di peywendiyan da hewldana derbeya FETOyê û peywendiya DYAyê ya bi mijarê ra hat rojevê û wiha pê da çû:
"Pozîsyona Tirkiyeyê diyar e. Ji aliyê Tirkiyê qenaet û nêrîneke fermî nehat destnîşankirin ku rayedarên DYAyî li paş hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî ne. Di vê mijarê da delîl û bereteke eşkere nîne. Lêbelê DYAyiyan dereng bertek nîşanî hewldana derbeyê da. Ev jî bû sedem ku di zihnê xelkê tirk da peywendiya dostiya herdu welatan neyê îzahkirin. Me ev, ji wan ra jî got. Ji xeynî vê vêga 80 kolî pêzanîn, belge û îfade, ku didin nîşan peywendiya Gulen bi hewldana derbeyê ra heye û ew li paş e, teslîmî meqamên Amerîkî kirine. Ango daxwaza me ew e ku di kurtedemekê da ev belge û pêzanîn bên nirxandin. An evî mirovî îadeyî Tirkiyê bikin yan jî li vir tewqûf kin ku ev pêvajo bi awayekî çaktir bi rê ve biçe."
Kurtulmuş der barê Hemleya Mertalê Feratê da jî got ku Tirkiyeyê ji bo ewlekariya sînorê xwe û ji bo ku sînorê xwe ji êrîşên DAEŞ û PYDyê biparêze, dest bi vê hemleyê kir. Kurtulmuş diyar kir ku di vê mijarê da sê xetên sor ên Tirkiyê hene û wiha got, "Yek, pêkanîna ewlekariya sînorên xwe. Du, li Sûriyê astengkirina sazkirina korîdora PYDyê û perçenekirina axa Sûriyê. Sê, PYD dê bi temamî vekişe rojhilatê Çemê Feratê."