Türkan Tosun
26 Tebax 2018•Rojanekirin: 27 Tebax 2018
ANKARA
Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar di 947emîn salvegera Serkeftina Milazgirê de ji bo Siltan Alparslan û şehîdan rehmet xwest, ew bi minetdarî bi bîr anî.
Oktay ji ber 947emîn salvegera Serkeftina Milazgirê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi etîketa "Malazgirt" peyamek weşand.
Fuat Oktay di peyama xwe da ji bo Siltan Alparslan û şehîdên ezîz rehmet xwest û wiha got: "Di 947emîn salvegera Serkeftina Milazgirê ya ku axên Anadoluyê ji me ra kire welat de ez Siltan Alparslan û şehîdên me yên ezîz bi rehmet û minet bi bîr tînim."